Esnafên Bazara Keda Jinê: Em xwe bihêztir hîs dikin

  • jin
  • 09:02 29 Adar 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Jinên li Bazara Keda Jinê ya Şaredariya Silopiyayê dixebitin, gotin: "Gavên wisa hêviyê xurtir dikin." 

Şaredariya Silopiya ya HDP'î xizmeta xwe ya bi "feraseta rêvebiriya herêmî ya gelparêz" didomîne. Şaredariyê di 17'ê Adarê de Bazara Keda Jinê vekir. Bi vî awayî ji bo jinan qadeke girîng a îstihdamê afirand. Li bazarê 12 dikan, kafeyek û odeyeke ji bo dayik şîr bidin zarokên xwe heye. Li bazarê heya niha 5 dikan û kafe dest bi xizmetê kirine. 
 
Dîlber Hakîçî (34) ku li bazarê ewlehîparêz e diyar kir ku kesên kafe û dikanan bi rê ve dibin hemû jin in. Hakîcî, diyar kir ku li kafe û dikanan tenê ne ji bo jinan, ji bo mêran jî xizmet heye û li bazarê ji berên kozmetîkê bigire heya xurekan her tişt heye. Hakîcî, bilêv kir ku di rojên pêş de dê dikanên din jî bên vekirin û dê çeşîddarî zêdetir bibe.
 
'BÛ CIHÊ HÊVIYÊ'
 
Çîgdem Uzer (28) ku li bazarê dikana wê ya borekan heye diyar kir ku ji ber ku li navçeyê dikaneke bi vî rengî tuen bûye, xwestiye vî karî bike. Uzer ku berî dikanê vebike di vî warî de perwerde dîtiye got: "Projeya Şaredariya Silopiyayê ji bo jinan bû hewldaneke gelek mezin. Em ji ber vê derfetê kêfxweş in. Herî zêde jinek dikare ji halê jinekê fêm bike. Ew dizanin lazmatiyên wan çi ne. Em jin bi piştevaniyê hêzê ji hev digirin. Her wiha ji ber ku şaredar jî jin e, ev jî hêza me zzêdetir dike. Di demên dawî de çendî jin bi tahdeyan re rû bi rû bimînin jî, lê gavên bi vî rengî ji bo me cihê hêviyê ne. Şaredarî ji bo xizmetê heye. Şaredariya me jî gelek avantajan dide ber me. Yek ji vana jî bazara kedê ye. Gava min dikana xwe li cihekî din vekirana ez ê ew qasî ne rihet bûma. Li vir, ez dizanim ku ez ne bi tenê me." 
 
Reyhan Bayram (24) jî anî ziman ku berê qet nexebitiye û cara ewil li vê bazarê dest bi kar kiriye. Bayram, diyar kir ku şaredarî bi vê bazarê re derfetek mezin daye ber jinan û got: "Em xwe bi xwe karê xwe dikin. Em aboriya wxe xurt dikin. Ez li vir berên organîk difiroşim. Em gihayên ku ji çiya û zozanên xwe berhev dikin li vira difiroşin. Em penêr, mast û şîrên ji gundan tînin li vira difiroşin. Bazara Keda Jinê gaveke pir berbiçav e. Ev jî nîşan dide bê ka şaredarî çi qasî girîngiyê dide jinan." 
 
MA / Omer Akin