Jinan li gelek bajaran ji jinên girtî re kart şandin

  • jin
  • 14:31 2 Adar 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Jinan li Amed, Mêrdîn û Şirnexê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê  de ji jinên girtî kartên pîrozbahiyê şandin. 

Li Mêrdînê endamên Meclîsa Jinan ên HDP’ê û DBP’ê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji jinên girtî yên di girtîgehên cuda de kartên li serê nîşeyê kurt nivîsandîbûn şandin. Jin li avahiya HDP’a Mêrdînê li hev kom bûn û bi berzkirina slogana “Jin jiyan azadî” heta ber avahiya PTT’ê hatin. 
 
POLÎS: EM Ê WÊNEYÊN WE DI KOMÊ DE PARVE BIKIN 
 
Polîsan di meşê û li hundirê PTT’ê de jî wêne û dîmenên jinan kişand. Jinan bertk nîşanî polîsan da. Jinan sedemê kişandina wêneyan pirsî. Li ser vê yekê jî polîsan ji jinan re got: “Em wêneyê we di komê de parve dikin.” 
 
JINAN LI HEZEXÊ QURNEFÎL BELAV KIR 
 
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de li jinan qurnefîl belav kirin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Ozlem Kutlu, Hevseroka HDP’a Şirnexê Zeynep Unat û Hevseroka DBP’a Şirnexê Ayşe Altay jî di nav de gelek jin li avahiya HDP’a Hezexê kom bûn. 
 
Jinan bi kincên xwe yên heremî wêne kişandin û daketin kolanan. Jinan li kolanan jinên hezexî ziyaret kirin û bi wesîla 8’ê Adarê qurnefîl li jinan belav kirin. Her wiha jinan belavokên bi sernivîsa “Ev wiha naçe” dan jinan. 
 
Pişt re jin çûn bazara gundê Derawa Qesrê û bi jinan re civiyan. 
 
JINAN LI AMEDÊ JI GIRTIYÊN JIN RE SILAV ŞAND 
 
Jinên endamên Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKP) jî ji jinên girtî re kartên pîrozbahiya 8’ê Adarê şandin. Jin li ber avahiya PTT’ê ya Ofîsa Amedê li hev kom bûn û daxuyaniyek kurt dan. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û pêkhateyên KESK’ê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. 
 
'EM HEMÛ DI GIRTÎGEHEK SERVEKIRÎ DE NE’ 
 
Li ser navê jinan endama DAKP’ê Arîn Zumrut daxuyanî da û destnîşan kir ku têkoşîna jinê bi rojekê re seranser namîne û xwest bi sedan jinên girtî divê demil dest bigîhîjin azadiya xwe. Zumrut got: “Dema em şert û mercên heyî didin ber çavê xwe, em hemû di girtîgehek servekirî de ne. Êdî mafê her kesekê ye ku li welatek raman lê ne sûc bin bijî. Heke ku em behsa civakek azad bikin, divê ku di wê civakê de jin azad bin.” 
 
Zumrut anî ziman ku ew ê her tim ji bo jinên girtî di nava piştevaniyê de bin. 
 
‘PIŞTEVANIYA ME DÊ BIDOME’ 
 
Piştî Zumrut, Parlamenter Uca jî axivî û diyar kir ku li dijî jinan tundî û zext her ku diçe zêde dibin û ew ê li dijî van zextan bêdeng nemînin. Uca da zanîn ku ji ber pîrozbahî û çalakiyên 8’ê Adarê zext li ser jinan dijwartir bûne û got: “Em li vir 8’ê Adara hemû siyasetmedarên jin û tevahiya jinên girtî pîroz dikin. Wê piştevanî û têkoşîna me ji bo jinên girtî dewam bike.” 
 
Piştî axaftinan, kartên piştevaniyê li Şaxa PTT’ê ji jinan re şandin.