Jinên Çorluyî: Ligel qedexeyan jî em ê dakevin qadan

  • jin
  • 15:35 2 Adar 2018
  • |
img

TEKÎRDAG - Qeymeqam çalakiya 8’ê Adarê ya dê roja Yekşemê li Qada Çorlu Heykel bihata lidar bixistin qedexe kir. Jinên biryara qedexeyê nas nekirin, gotin ku dê bi hemû reng û erbaneyên xwe li qadan bin. 

Qeymeqamê navçeya Çorlu ya Tekîrdagê, çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya dê di saet 14.00’an de roja Yekşemê li Qada Çorlu Heykel a Tekîrdagê pêk bi aniyan qedexe kir. Yaredariyên qeymeqamtiyê bi hincetên “Ji ber di roja xwe de pêk nayê û xebata erbanê ye” çalakî qedexe kirin. Endama Platforma Jinan a Çorlu Alev Yildirim, diyar kir ku wan ji ber qedexeyê cardin bi yaredarên qeymeqamtiyê re hevtîn kirin û wiha got: “Lê heya niha rayedarên qeymeqamtiyê tu bersivîn têr û tije nedane me.” 
 
Jinên endamên platformê yên du caran daxwazname dan qeymeqamtiyê, diyar kirin ku ew tu qedexeyan nas nakin û dê roja Yekşemê bi hemû reng û erbaneyên xwe li Qada Çorlu Heykel kom bibin.