Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin

  • jin
  • 15:58 2 Nîsan 2022
  • |
img
STENBOL - Jinên ku bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan a 73’yemîn hatin gelhev, şitil çandin. 
 
Jinan bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan a 73’yemîn pîrozbahî kirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê, Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Marmarayê û Komeleya Piştevaniyê ya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) şitil çandin û paste birîn. 
 
Jinên ku li qada ku lê şitil werin çandin kom bûn xwestin ku tecrîda girankirî ya li ser Abdûllah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê de bi dawî bibe û hemû girtî azad bin. Jinan, bi hêviya Rêberê PKK’ê azad bibe û aştiyek pêk were şitil çandin.