TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî

  • jin
  • 10:00 3 Nîsan 2022
  • |
img
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Şukran Şen ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li hemû kesî kir ku berê xwe bidin Amarayê û wiha got: “Di 4’ê Nîsanê de qedera gelê kurd û jinan guherî.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin, di 4’ê Nîsana sala 1949’an de li gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ji dayik bû. Her sal di 4’ê Nîsanê de gelê kurd berê xwe dide Amarayê û rojbûna Ocalan pîroz dike. Di sala 73’yemîn a rojbûna Ocalan de jî amadekariyên ji bo meşa ber bi Amarayê ve didomin. Rojbûna Ocalan îsal li Wanê jî bi çalakî û pîrozbahiyên cuda tê pîrozkirin. Têkildarî mijarê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şukran Şen ji ajansa me re axivî û bang li hemû kesî kir ku berê xwe bidin Amarayê. 
 
Şukran Şen, anî ziman ku wate û girîngiya 4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd û jinan dîrokî ye û wiha got: “Ji bo gelê kurd ev dîrok, tê wateya vejînê. Miletekî ku tunebûna wê dihat xwestin, bi 4’ê Nîsanê re dîsa rabû ser pêyan. Em dikarin weke dareke li ber hişkbûnê jî pênase bikin ku ev dar bi 4’ê Nîsanê re dîsa şîn bû. Bi 4’ê Nîsanê re qedera gelê kurd guherî û di dîrokê de cihê xwe girt.” 
 
‘JINÊN KURD XWE NAS KIR’ 
 
Bi domdarî Şen anî ziman ku bi Ocalan re cihê jinê yê di nava civakê de derket astekî gelek cuda û wiha domand: “Rewşa jinên kurd beriya Ocalan weke rewşa xulaman bû. Dibe ku nifşê me ev rewş gelek nejiya be lê mînaka vê rewşê ya herî şênber dayikên me ne. Di rewşeke wisa de bûn ku tenê zarok çêdikirin, her tim dihatin xebitandin, rastî tundiyê dihatin û heqaret lê dihat kirin. Anku xizmet ji feraseta mêr a heyî re dikirin. Bi fikrên Ocalan re jinan êdî xwe nas kir û xwedî li têkoşînê derket. Bi vê yekê re li dijî zîhniyeta mêr; hevjiyana azad, parastina cewherî û rêbazên têkoşîna pêş xistin. Bi paradîgmaya Serokatiyê re, sedsala 21’emîn bû sedsala jinan. Yek ji mînakên vê yên herî şênber, pîrozbahiyên 8’ê Adarê ne ku bi sedhezaran jin bi hev re dadikevin qadan.” 
 
JI BO AMARAYÊ BANG
 
Şen, bang li hemû kesî kir ku berê xwe bidin Amarayê û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî hemû astengiyên dewletê jî gelê kurd her sal diherike Amarayê. Bi milyonan kes wisa bawer dike ku gelê kurd û civak bi Ocalan re dikare azad bibe. Di qadên Newrozê de jî gelê me nîşan da ku pirsgirêka kurd tenê bi rêyên demokratîk dikare bê çareserkirin. Ji bo mezinkirina têkoşîna banga min li her kesî ew e ku berê xwe bidin Amarayê.”