Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir

  • jin
  • 13:30 3 Nîsan 2022
  • |
img
BALIKESÎR - Zilamê bi navê Fatîh Akça, li Susurlukê hevjîna xwe Bîlge Akça û kurê xwe Muhammet Tahir Akça bi çekê qetil kir. 
 
Zilamê bi navê Fatîh Akça, li navçeya Susurluk a Balikesîrê bi çekê êrişî hevjîna xwe Bîlge Akça û zarokên xwe kir. Di encama êrişê de Bîlge Akça û kurê wê yê 3 salî Muhammet Tahir Akça jiyana xwe ji dest dan. Her wiha zaroka wan a 11 salî E.A. jî di êrişê de birîndar bû. Bi bihîstina dengê çekan re zarok A.A. a 8 salî ji malê reviya û xwe xelas kir. 
 
Li ser agahiyê, komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Komên tenduristiyê diyar kirin ku di êrişê de Bîlge Akça û kurê wê Muhammet Tahir Akça jiyana xwe ji dest dane. E.A. ku di êrişê de ji milê xwe birîndar bûbû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Susurlukê û hat zanîn ku rewşa wê baş e. 
 
Têkildarî mijarê lêpirsîn hate destpêkirin.