Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir

  • jin
  • 10:20 5 Nîsan 2022
  • |
img
XARPÊT - Firat A. yê ku beriya demekê bi hêceta “pandemiyê” ji girtîgehê bidestûr derketibû, xwesûya xwe û xwişka wê qetil kirin. Zarokekî 10 salî jî giran birîndar kir. 
 
Fırat A. yê ku beriya demekê bi hêceta pandemiyê ji girtîgehê bidestûr derketibû, li Taxa Sarayatîk a Xarpêtê xwesûya xwe Zerîf Dogan û dişa xwe Gulay Dogan bi çekê qetil kirin. Firat A. zarokê 10 salî A.T.D. jî giran birîndar kir. 
 
Li ser dengê çekan, tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê tespît kirin ku Zerîf û Gulay Dogan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. Tîmên tenduristiyê A.T.D. yê giran birîndar bû jî bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Ji bo Firat A. yê piştî bûyerê revî were girtin, xebat hatin destpêkirin.