Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome

  • jin
  • 09:06 8 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên ji bo çîrokên girtiyên jin bikin pirtûk xebatek dane destpêkirin, bang li malbatan û girtiyên jin kirin: "Çîrokên xwe bigihînin me." 

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), PENa Kurd, Komeleya Wêjevanên Kurd, Federasyona Komelêyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ji bo çîrokên girtiyên jin bikin pirtûk, xebatek dabûn destpêkirin. Xebata van rêxistinên civaka sivîl didome. Ji 22'yê Kanûna 2021'ê heya niha 7 çîrok hatine berhevkirin.
 
Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan û rêvebira MED TUHAD-FED'ê Sûnay Aslan behsa xebatên bi rê ve dibin kirin. 
 
ARMANCA PROJEYÊ
 
Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan bal kişand ser êrişên li ser ziman û çanda kurdî û têkoşîna li girtîgehan û got: "Me xwest ew têkoşîna li nava çar dîwaran bê zanîn û di bîra gelê kurd de cihekî çêbikin. Li ser zimanê kurdî êriş hene. Jin, di girtîgehan de bi kurdî diaxivin û ji ber vê cezayê dîsîplînê li wan tê birîn. Me jî xwest hafizeyek wê manewiyat û berxwedanê çêbibe. Bi salan e gelek jin girtî ne. Hin jin hene 30 sal in girtî ne, cezayê muebedê girtine. Me xwest em çîroka wan nas bikin." 
 
'ÇÎROKÊN XWE BIŞÎNIN'
 
Kan, xwest jinên girtî û malbatên wan xwe bigihînin wan û wiha got: "Bila çîrokên xwe yên kurdî tevî kurtejiyana xwe ji me re bişînin. Em ê van çîrokan piştî nirxandina komîsyonê biweşînin. Dikarin çîrokên xwe ji MED TUHAD-FED'ê re bişînin. Em dixwazin bersiva tecrîda li ser kurdî, nirxên kurdî û girtiyan bidin." 
 
7 ÇÎROK
 
Ji rêveberên MED TUHAD-FED'ê Sûnay Aslan jî diyar kir ku hê jî gelek kes ji ber sedemên polîtîk girtî ne û got: "Em jî hewl didin ku vê polîtîkayê bişikînin. Lewma em di demên cuda de kampanyayên cuda li dar dixin û hewl didin vê qirkirinê bişikînin." Aslan, destnîşan kir ku ev proje jî parçeyeke vê xebatê ye û wiha domand: "Me xwest em çîrok û xebroşkên xwe ji nifşên nû re bihêlin. Ev proje bi fikireke wisa derket holê. Ji bo hevrêyên jin xw ebaş îfade bikin û li girtîgehê ji xwe re qadekê çêbikin me xebateke wiha da destpêkirin." 
 
Aslan, anî ziman ku xwestine çîrokan heya 8'ê Adarê berhev bikin û wekî pirtûk biweşînin, lê ji ber astengiyên li girtîgehan li hev derneketiye û got: "Nameyên hatine hene, lê ne pir in. Em dizanin jinên girtî nameyan dişînin, lê ev bi awayekî bi derengî bi dest me dikevin." 
 
Aslan, da zanîn ku heya niha 7 çîrok gihaştine ber destên wan. 
 
XEBAT DIDOME
 
Aslan di dawiyê de wiha axivî: "Jinên girtî bi rêya malbatên xwe dikarin nameyan bişînin. Li 7 herêman jî saziyên me hene. Dikarin nameyên xwe bişînin TUAY-DER an jî MED TUHAD-FED'ê."