'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'

  • jin
  • 09:08 8 Nîsan 2022
  • |
img

WAN  - Aktivîsta TJA'yê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, diyar kir ku kesên biunîforma yên destdirêjiyê dikin nayên cezakirin û feraseta nêrza bi vî awayî hewl dide ku bi bedena jinan re tevna civakê parçe bike. 

Di demên dawî de bi taybetî li bajarên bakurê Kurdistanê sûcên li hemberî jin û zarokan zêde dibin. Herî zêde jî sûcên wekî destdirêjî, tacîz û ferzkirina fihûşê. Çend meh berê li navçeya Şax, Payîzava û Elbakê derketibû holê ku cerdevanan dest dirêjî zarokan kiriye û li eywana masajê ya ku du şirîkên wê polîs bûne, fihûş hatiye ferzkirin. 
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, destnîşan kir ku armanca van bûyeran parçekirina tevna exlaqî, çandî, bawerî û civakî ya civakê ye. 
 
Kaçmaz, diyar kir ku ne rast e ku mirov destdirêjiyê tenê wekî çalakiyeke li ser bedena jinê binirxîne û wiha domand: "Armanca destdirêjî û tacîzê parçekirina tevna civakî ye. Ger em destdirêjiyê tenê wekî çalakiyeke zayendî ya li ser bedena jinê yan jî tahdeyê binirxînin, em ê di warê detsdirêjiyê de têkevin nava kêmasiyeke mezin. Destdirêjî tiştekî berfireh e û divê berfirhe bê şîrovekirin. Divê em vê yekê wekî di ser bedena jinê re parçekirina tevna exlaqî, çandî, bawerî û civakî ya civakê binirîxnin. Tu bûyereke destdirêjiyê derî hesta serdestiyê ya mêr pêk nayê." 
 
'BERDEWAMA SALÊN 1990'AN'
 
Di berdewamê de Kaçmaz anî ziman ku êrişên li bajarên kurdan ên bi destê leşker, polîs û cerdevanan ne kiryarên nû ne û salên 1990'an, şewitandin û valakirina gundan, bûyerên destdirêjiyê yên wê demê yên bi destê leşker û cerdevanan bibîr xist. 
 
Kaçmaz, destnîşan kir ku di salên 1990'an de ji ber şert û mercên wê demê gelek bûyerên destdirêjiyê nehatine tomarkirin û wiha pê de çû: "Ên hatin tomarkirin jî bi destê darazê nehatin cezakirin. Niha li herêmê bûyerên destdirêjiyê her ku diçe zêde dibin. Li Mêrdînê destdirêjiya li hemberî N.Ç.'yê, li Êlihê destdirêjiya li Îpek Erê hatiye kirin. Li Wanê jî wisa ye. Cerdevan û kesên biunîforma destdirêjiyê dikin. Li Wanê derket holê ku şirîkên hêwaneke masajê ya fihûşê dikir, endamên îstixbaratê bûne. Divê em baş zanibin; bûyerên destdirêjiyê divê weke bûyerên şexsî neyên fêmkirin. Ev tişt teqez ji aliyê kesên biunîforma ve bi awayekî sîstematîk û bi zanebûnî tên kirin." 
 
Bi domdarî Kaçmaz bilêv kir ku bûyerên destdirêjiyê yên bi destê kesên biunîforma di dema desthilata AKP'ê de zêdetir bûne û ev bûyer bi bêcezatiyê bi dawî dibin.
 
'EM Ê WAN TEŞHÎR BIKIN'
 
Kaçmaz, diyar kir ku rêxistinên jinan van bûyerên destdirêjiyê teşhîr dikin û ew TJA jî li dijî feraseta nêrza ya dewletê têdikoşin. Kaçmaz di dawiya de ev tişt gotin: "Platforma Jinan a Wanê, Meclisa Jinan a KESK'ê, Meclisa Jinan a HDP'ê, Komeleya Jinan a Starê û bi hezaran aktîvîstên jin li dijî vê ferasetê têdikoşin. Em TJA jî ji bo teşhîrkirina vê ferasetê xebatên rêxistinbûyînê, atolyeyan û parastinê dikin. Em jinên di nava têkoşîna rêxistinbûyî de me tu carî paş de gav neavêtiye û li gel hemû zextan jî em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Em dizanin em ê bi rêxistinbûyînê azad bibin."