Bi hinceta ‘Ne guncav e’ destûr nedan şahiya 8’ê Adarê

  • jin
  • 12:47 3 Adar 2018
  • |
img

MÊRDÎN – Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê qeymeqamiyê bi hinceta “Ne guncav e” destûr neda şahiya 8’ê Adarê. 

Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo li Qada Cumhuriyetê ya Artuklu ya Mêrdînê şahî li dar bixin, serî li qeymeqamiya navçeyê dan. Qeymeqamiyê bi riya polîsan bersiva “Ne guncav e” da jinan û destûr neda şahiyê. 
 
Jin dê sibê îtîrazî biryara qeymeqamiyê bikin.