Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin

  • jin
  • 14:39 11 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Jinên ku tev li Kongreya Awarte ya 4’emîn a Rêxistina HDP’a Enqereyê bûn, bang kişand ser rewşa girtiyên nexweş û tecrîdê û banga têkoşînê kirin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh bi dirûşmeya “Niha Dema Serkeftinê ye” Kongreya xwe ya 4’emîn li dar xist. Di kongreya ku Pakîze Sînemîllîoglû û Vezîr Parlak ji nû ve hatin hilbijartin de tecrîd û rewşa girtiyên nexweş derketin pêş. 
 
Jinên tev li kongreyê bûn, têkildarî rewşa girtiyan axivîn. 
 
LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E
 
Yek jinên tev li kongreyê bû Berfîn Gonulbaş, diyar kir ku li ser jinan zexteke zêde heye û wiha got: “Heke li derve zext hebe ez rewşa jinên di girtîgehê de tên ragirtin, nikarim bifikirim. Divê em li derve dengê xwe bilind bikin. Divê em derkevin qadan û ji bo girtiyên nexweş dengê xwe derxînin. Desthilat ji jinên kurd re dibe asteng, divê em bi hev re li qadan ji bo rakirina tecrîdê xebatan bimeşînin.” Gonulbaş, bertek nîşanî polîtîkayên ser girtiyên nexweş da û wiha axivî: “Ji girtiyên nexweş ditirsin, ji ber ku kurd in ji wan ditirsin. Ji ber dizanin dê li ser wî koltixî rabin ditirsin. Heta ku pergala yek zilamî berdewam bike wê girtiyên nexweş neyên berdan. Girtina girtiyên nexweş li dijî mafên mirovan e. Divê em vê pergalê hilweşînin, li qadan têbikoşim.”
 
NAVEKÎ KU BI MILYONAN KES DIBÊJIN ‘VÎNA MIN E’
 
Dîlek Yilmaz jî bi lêv kir ku polîtîkayên tecrîdê yên ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan tên meşandin, li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bandorê li rewşa şer dike û wiha got: “Ocalan kesekî ku beriya pêvajoya çareseriyê bi milyonan kesan jê re gotiye ‘vîna min e’. Rakirina tecrîdê û tecrîda li ser hemû girtiyan bi taybetî li ser girtiyên nexweş daxwaza me ya herî mezin e û em ê di vê daxwazê de israr bikin.”
 
HIQÛQA DIJMINATIYÊ TÊ SEPANDIN
 
Yilmaz, qala rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk kir û wiha axivî: “Aysel Tûglûk hem di femînîzmê de hem jî di têkoşîna jinan a azad de bîreke. Bîra Ayselê bîra gelê kurd e. Pêkanînên dewletê li dijî peymanên navnetewî û gelek peymana ye. Desthilat li dijî kesên li derve û girtî ku hewl didin siyaseta demokratîk bikiin hiqûqa dijminaityê disepîne. Em bi israr ji bo berdana Aysel Tûglûk û girtiyên din ên nexweş têkoşîna xwe bidomînin. Em ê teqez serbikevin.”
 
DIVÊ BI LEZ BERGIRÎ BÊN GIRTIN
 
Xizma girtiyan Hatîce Erdem jî wiha axivî: “Ez weke xwişka girityekî dibêjim; ji bo girtiyên nexweş hêj nebûyî dereng divê bergirî bên girtin. Ji bo gelê siyaseta demokratîk dimeşîne di girtîgehê de ne. Ev rewş nayê qebûlkirin. Gelê kurd ji ber fikra xwe bedelên giran dan. Dawiya her tiştî heye. Ez bawer dikim wê dawiya van jî were.”