Doza girtinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin vekirin

  • jin
  • 13:11 13 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sûcdariya “Li dijî qanûn û ehlakê xebatan dimeşîne” doza fesihkirinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin hate vekirin. 
 
Doza girtinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin hate vekirin. Komeleyê têkildarî doza girtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku beriya 12 salan ketine rê û dosyayên jinên jiyana xwe ji dest dane ku ji aliyê dadgehan ve hatine girtin ji wan re tên ragihandin. 
 
HINCET: XEBATÊN ‘LI DIJÎ EHLAKÊ’ NE
 
Komeleyê di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi îddîayên bêhiqûqî û tu zemîna wê tune bi sûcdariya ‘Li dijî qanûn û exlaq xebatan dike’ doza feshkirinê li komeleya me hatiye vekirin. Îdîayên wan ew in ku giliyên cuda yên li dijî komeleya me ji aliyê dadgehê gumana sûc ava kiriye. Di van serlêdanên nivîskî de jî tê diyarkirin ku ‘Di bin banê parastina mafên jinan dixwazin malbatê tune bikin û malbatê parçe dike’.
Bi ev îddîayên bêhiqûqî û xwe naspêrin tu zemînê dixwazin sûcekî li me bar bikin. Divê hemû raya giştî bizanibe Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin li pêşiya her edliyeyê çalakî kiriye. Ji bo me ev doz ne dûrî têkoşîna jiyanê ya jinan û têkoşîna wekhevî û azadiyê ye.”