Jinên çalakvan: Em ê bi awayekî hêzdartir 8'ê Adarê pêşwazî bikin

  • jin
  • 09:15 4 Adar 2018
  • |
img

ÎZMÎR/ STENBOL – Jinên ku ji bo vegerin ser karên xwe, 112 roj e li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê çalakiyan li dar dixin, diyar kirin ku heta ew li malê rûnên, wan liberxwedayînê tercîh kiriye. Her wiha li Stenbolê jî, jinên ku bi KHK'yan hatine îxrackirin û çalakiyan li dar dixin jî, wê bi daxwaza vegera ser karê xwe 8'ê Adarê li konên xwe yên berxwedanê pêşwazî bikin. 

Karker Seval Gunduz û Elîf Sever Esen, jî wekî gelek karkerên din ji ber ku doza kadrobûyînê li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê kirin û doz vekirin ji kar hatibûn avêtin. Lê belê tevî karkerên din Gunduz û Esen jî ji bo vegerin ser karê xwe dest bi çalakiyan kiribûn û çalakiya wan di roja 112'an de li ber avahiya şaredariyê didome. Wê karkerên jin li qada çalakiyê 8'ê Adara îsal pêşwazî bikin. 
 
'HÎNÎ BERXWEDANÊ BÛM' 
 
Gunduz, diyar kir ku bêyî ku ew guh bidin şert û mercên hewayê yên nebaş nêzî 4 meh in ew doza karê xwe dikin. Gunduz destnîşan kir ku heta ku ew venegerin ser karê xwe ew ê li ber xwe bidin. Gunduz bi lêv kir ku jinên dixebitin ji mêran bêtir kedê didin, lê belê dîsa jî heqê keda wan nayê dayîn. Gunduz got, dengderxistina jinê girîng e û wiha axivî: "Dema jin bêdeng bimîne, wê xwe birizîne." Gunduz, destnîşan kir ku dema dixebitî wê nizanibû têkoşîn çî ye û got: "Diçûm kar û dihatim malê. Lê li vir ez hînî berxwedanê, têkoşînê bûm. Min hêz li hêza xwe zêde kir. Ez hay ji hêza xwe çê bûm. Her wiha bûm şahid ku neheqî li jinên karker ên din jî tê kirin." Gunduz bi lêv kir ku ew ê li qada çalakiyê 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Gunduz diyar kir ku ew ê jin kedxwariyê û binpêkirina mafan bêtir derxînin holê û got: "Ji ber vê em ê careke din li qadan biqîrin. Daxwazên xwe bînin ziman." Gunduz bi lêv kir ku divê hemû jin ji bo pêşeroja xwe û jiyana xwe li qadan bin. 
 
Elîf Sever Esen jî, destnîşan kir ku ew 25 salan xebitiye û di van salan de ji ber nasnameya xwe ya jinbûyînê bi gelek çewisandinan re rû bi rû maye. Esen, diyar kir ku ew bi awayekî neheqiyî ji kar hatiye avêtin û ji ber vê wê li dijî neheqiyê liberxwedayînê tercîh kiriye. Esen bi lêv kir ku her roj ji bo jinan roja têkoşînê ye û ew ê bi awayekî hêzdartir 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Esen got, heta ew venegerin ser karê xwe ew ê li ber xwe bidin û got: "Têkoşînê muqawemetiya mirov zêdetir dike. Çimkî dilê me rihet e, em mafdar in. Şaredarî bi keda me jinan bû şaredarî. Ger em li malên xwe rûnên û li benda vegera kar bin, ev tê wateya ku me ji serî de winda kiriye. Yê mafdar em in. Em tişta rast dikin. Pergal tişta şaş dike." 
 
LI STENBOLÊ JÎ WÊ JIN LI QADÊN BEXWEDANÊ 8'Ê ADARÊ PÊŞWAZÎ BIKIN 
 
Kedkarên cemaweriyê yên bi KHK'yên piştî îlankirina Rewşa Awarte hatin derxistin hatin îxrackirin, 54 hefte ne li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê û Altiyola Kadikoy a Stenbolê bi dirûşmeya "Wê KHK biçin, em bimînin" çalakiyê li dar dixin. Her wiha jinên kedkar ên rojên duşem, çarşem û şemiyê bi awayekî hevwext tên cem hev, roja înê jî li Qada Kartalê kon vedidin. 
 
Mamoste Nûrsel Tanriverdî ku bi KHK'ê hat îxrackirin bi bîr xist ku wan sala çûyîn 8'ê Adarê li qadên berxwedanê pîroz kiriye û ew ê di 8'ê Adara îsal de jî li dijî her cure pêkûtiyan li qadan bin. Tanriverdî diyar kir ku wan saleke ku herî zêde jinan li ber xwe da li pey xwe hiştine û got: "Hêla berxwedêr a jinan zêdetir e. Wekî her carî tim fidakar in. Vê fidakarî û berxwedêriya xwe di berxwedanan de jî nîşan didin. Em jî wekî Nûriye Gulmen, wekî Acûn Karadagê, wekî Nazîfeyê li ber xwe didin. Daxwaza me û banga me zelal in. Em dixwazin Rewşa Awarte û KHK'ê bên rakirin. Her wiha divê dawî li binpêkirina zayendî, çînî, kedxwariya netewî bê. Em ê di daxwaza xwedî derketina li keda xwe, bi daxwaza vegera ser karê xwe 8'ê Adarê pêşwazî bikin." 
 
Mamoste Nûgyen Nedîm jî diyar kir ku ji bo ew heqê keda xwe bistînin, ji bo ewlehiya karî, ji cinayetên karî pêk neyên û ji bo welatê xwe ew jin têdikoşin. Nedîm, bi lêv kir ku divê hemû jin kedkar bên gel hev û bi hev re bitêkoşin û got: "Eger em welatekî ku gotina jinê lê derbasdar dixwazin, divê em hîn bêtir dakevin kuçeyan û ji bo azadiya xwe bitêkoşin. AKP, di demên dawî de bêtir bi ser jinan de tê û bi vî awayî dixwaze wan hepsî malê bike û ji jiyana karî dûr bixîne. Ji bo mafên jinan, em bang li hemû jinan dikin ku di 8'ê Adarê de li qadan bin." 
 
‘BILA JIN DI 8'Ê ADARÊ DE LI QADAN BIN Û DESTEKÊ BIDIN ME' 
 
Fatoş Çekmen a bi KHK'ya Jimare 675'an ji karmendiyê hat avêtin, diyar kir ku heta ku Rewşa Awarte ranebe, ew ê li qadan bin û ew ê bi vî awayî 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Çekmen balê kişand ser zext û zoriyên li ser jinan û got divê hemû jin li dijî çewisandinan li qadan bin. Çekmen got: "Ji ber Rewşa Awarte zêde zext li ser me hene. Em jin hewl didin vê yekê birûxînin. Divê di 8'ê Adarê de hemû jin li qadan bin. Em dixwazin destekê bidin me. Ger em bibin yek wê bêtir dengê me derkeve. Wisa bawer dikim ku wê bi vî awayî hem çewisandên malbatê hem jî yên dewletê ji ser me rabin." 
 
Mamoste Seher Darilmaz jî ku bi KHK'ya Jimare 686'an hat îxrackirin, diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo wan zaf girîng e. Darilmaz bi lêv kir ku her roj bi sedan jin tên tacizkirin û tecawizkirin, kuştin û keda wan tê xwarin û got: "Her diçe hîn bêtir hepsî malê tên kirin. Bêtir bi şideta malbatê re rû bi rû dimînin. 8'ê Adarê têkoşîneke destkeftinek e. Ji bo keda me neyê xwarin, ji bo betalî bi dawî bibe, ji bo em neyên îxrackirin em ê li qadan bin. Em ê bi piştevaniyê têkoşîna jinê xurt bikin." 
 
Mamoste Fîlîz Soylû ya bi KHK'a Jimare 686'an hat îxrackirin jî balê kişand ser îstismarkirina zarokan a li yûrdan û dibistanan. Soylû diyar kir ku dema ew li ser kar bûn wan hewl dide rê li ber tiştên wisa bigere û dema ew ji kar hatine avêtin êdî venêrîna vê yekê nayê kirin. Soylû destnîşan kir ku ew ê bi daxwaza vegera ser karê xwe tev li 8'ê Adarê bibe û got: "Em hebûn, em hen e, em ê hebin."