Li Ozgun ku jina êzdî qetil kiribû 25 sal cezayê hefsê hate birîn

  • jin
  • 11:39 14 Nîsan 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Di doza Serkan Ozgun ku jina êzdî Baran Hasan Reşo qetil kiribû de şandeya dadgehê bi sedema “kuştina bimebest” 25 sal cezayê hefsê da kujer Ozgun. 
 
Di 6’ê tebaxa sala 2021’an de li gundê Ebşî yê navçeya Mîdyad a Mêrdînê jina êzdî Baran Hasan Reşo ji hêla kesê bi navê Serkan Ozgun ve hatibû qetilkirin. Derheqê kujer Ozgun de doz hatibû vekirin û û 3’yemîn danişîna dozê îro li Dadgeha Cezayên Giran a Mîdyadê hate dîtin. Di danişînê de kujer Ozgun û parêzerê wî, bavê Baran Hasan Reşo, Hasan Elî Reşo, welatiyên êzdî û parêzerê malbatê amade bûn. Her wiha parêzera Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê û ya Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Bajêr jî beşdarî danişînê bûn.
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî şandeya dadgehê ewraqên heyî xwend û dest bi darizandinê kir. Bersûc Ozgun dema parastina xwe dikir heqaret li parêzerên malbata Reşo kir. Piştre jî bersûcên parêzer balîfeke ku bersûc di girtîgehê de çêkiribû nîşan da û diyar kir ku miwekîlê wî li Reşo aşiq bûye. Parêzerê kujer Ozgun îdia kir ku Reşo miwekîlê wî xapandiye lewma divê dema ceza li miwekîlê wî tê birîn li gorî “tehrîka neheq” jî li ber çavan bê girtin. 
 
BILA CEZA NEYÊ DAXISTIN
 
Piştre jî parêzerên Reşo parastina xwe kirin. Parêzeran diyar kir ku ev cînayet bi zanebûn hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Plana xwe amade kiriye û wisa cînayet kiriye. Divê were cezakirin û bi tu awayî cezayê kujer neyê daxistin.”
 
Di berdewamê de mutalaaya dozger hate pirsîn û dozger jî xwest ku bersûc bi sûcê “kuştina bimebest” bê cezakirin. 
 
25 SAL CEZAYÊ HEFSÊ 
 
Şandeya dadgehê biryara xwe da û bi sedema “kuştina bimebest”, 25 sal cezayê hefsê da kujer Ozgun. Her wiha dadgehê diyar kir ku dê cezayê bersûc neyê daxistin.