Jinên KESK’î: Em ê têkoşînê di 8’ê Adarê de mezin bikin

  • jin
  • 10:39 5 Adar 2018
  • |
img

DÎLOK - Jinên KESK’î yên Dîlokê, dibin sîwana Platforma Jinên Demokratîk de bi dirûşmeya “Em li dû mafên xwe yên ked, wekhevî û aştiyê ne” xwe ji bo çalakiyên 8’ê Adarê amade dikin.

Jin bi her awayî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê derdikevin qadan û têkoşîna xwe nîşan didin. Jinên KESK’î yên Dîlokê dê dibin sîwana Platforma Jinên Demokratîk de bi dirûşmeya “Em li dû mafê xwe yê ked, wekhevî û aştiyê ne” gelek çalakî û pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêk bînin. Sekretera Şaxa Egîtîm Senê Sara Alagoz, diyar kir ku ew ê li hemberî bêmafiyên li ser jinan di 8’ê Adarê de li qadan bin û got: “Emê têkoşîna xwe mezitir bikin.” Sekretera Şaxa Sendîkaya Buroya Kedkaran (BES) Sevgî Ozdemîr jî, heya jin azad bibin dê dest ji têkoşîna xwe bernedin.
 
‘EME TÊK NEÇÛN Û EM Ê TÊK NEÇIN’
 
Sara Alagoz, anî ziman ku ji bo jin di civakê de hebûna xwe ava bike, di her qadê de kedek mezin nîşan dide û wiha got: “Her ku diçe jin bêhtir rastî êrîş û tundiyê tên. Di civakê de zilam tim gavekê pêş deye û jin tim di rêza duyemîn dene. Em di civakekê ne wekhev de dijîn. Pêdiviya me bi têkoşîn, ked û wekheviyê heye. Her roja derbas dibe jin di civakê de bêtir tên çewisandin. Gava em li daneyên 2017’an de mêze dikin, tacîz, tecawîz û tundiya li dijî jinê zêdetir bûye. Em li dijî hemû bêmafiyên li  ser jinan di 8’ê Adarê de li qadan bin. Weke jinên KESK’î em tu caran têk neçûn û em ê têk neçîn.”
 
‘DEM DEMA MEZINKIRNA TÊKOŞÎNA 8’Ê ADARÊ YE’
 
Sekretera Şaxa BES’ê Sevgî Ozdemîr jî, axivî û wiha got: “Em dixwazin êdî li welatekê wekhev, azad û demokratîk de bijîn. Heya ev daxwazên me bên cih, em ê bêdeng nemîn in. Ji bo jiyanek, azad, dûrî hemû tundî û tûjiyan em têdikoşin. Dem dema mezin kirina  têkoşîna 8’ê Adarê ye. Daxwazên me, mafên me yên heî bingehînin.” 
 
Bernameya Platforma Jinên Demokratîk ên Dîlokê ya 8’ê Adarê wiha ye: 
 
* Di 6’ê Adarê saet 13.30’an de li Navenda Postexaneyê, dê jin ji bo Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê, parlamenter û jinên KESK’î yên girtî nameyan bişîn in. 
 
* Di 8’ê Adarê de, li ser navê Platforma Jinên Demokratîk dê daxuyanî bê dayîn. 
 
*Di 10’ê Adarê saet 12.00’an de li Avahiya Egîtîm Senê şahiya jinan bê lidarxistin.