Jin ji Şengalê meşiyan Efrînê

  • jin
  • 16:13 5 Adar 2018
  • |
img

HESEKÊ – Jinên Şengalî yên ku bi armanca piştgiriyê  berê xwe  dan Efrînê destnîşan kirin ku Tirkiyê dixwaze li serdema Osmaniyan vegerin wiha gotin: "Yekîtiyagelan dê planên dagirkeran têk bibe." 

Jinên herêmên Cizîrê, Şengal û Dêrazorê bi armanca piştgiriyê bidin gelê Efrînê berê xwe dan Efrînê. Di nava şandeya jinan de, jinên Êzidî û Şengalî jî hene. Jinên Êzidî  destnîşan kirin komkujiyên ku Tirkiye li ser gelê Efrînê dimeşîne, berdewama komkujiyên DAIŞ‘ê yên li Şengalê ne. Ji dayikên tev li meşê bûn, Kinê Qewel 8‘ê Adarê li jinên Bakurê Sûriyê ku li hemberî êrîşkaran li ber xwe didin silav kir û wiha got: "Dagirkeriya Tirkiyê, hewl dide serdema dewleta Osmaniyan li herêmê zindî bike û sivîlên ku nexwestin warê xwe terik bikin, hedef dike. Em bêdengiya raya giştî ya li hemberî êrîşên Tirkiyê şermezar dikin. Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Heco, jî got, dema DAIŞ‘ê êrîşî Şengalê kir, gelê Rojava û Bakurê Sûriyê gelê Şengalê bi tenê nehişt û got ku ew ê jî biçin Efrînê da ku piştgiriya wê bikin. Rîham Heco, anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê hewl dide destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe.
 
Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Heco, bang li hemû rêxistinên jinan ên cîhanê kir li hemberî êrîşên barbar ên Tirkiyê yên li dijî sivîlan bisekinin û piştgiriyê bidin Berxwedana Serdemê.