Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet

  • jin
  • 09:07 12 Gulan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Leyla Qasim ku li hemberî koletiyê ber bi sêdarê ve çû, nîşanî celadên xwe da ku serbixwebûn û azadî ne sedeqe ye, jiyana birûmet bi xwe ye. 

Di dîrokê de helwesta jinên kurd, nîşan dide ku bê berxwedana gelê kurd çawa hatiye merheleya niha. Ji van jinan yek jê jî Leyla Qasim e. Sembola azadiya jina kurd, navê wêrekî û lehengtiyê Leyla Qasim, li seranserê cîhanê ji çar jinên ji ber sedemên siyasî hatine darvekirin yek jê ye û di têkoşîna siyasî ya gelê kurd de jî ya ewil e. Gava ber bi sêdarê ve çûbû, ev gotin û berxwedan ji jinan re hiştibû: "Ez, bi gelê xwe û têkoşîna partiya xwe şanaz û serbilind im. Telane daxwaza min; Xwedê min efû bike ji ber ku min peywira xwe bi cî neanî. Ez ji bo mirinê amade me. Ez doza efûkirinê li celadekî nakim." 
 
TÊKOŞÎN
 
Leyla Qasim ku 48 sal berê ji hêla rejîma Seddam Husên ve li Bexdayê hatiye darvekirin, di sala 1952'yan de li gundê Bamilî yê bajarê Xaneqînê yê Iraqê hatiye dinê. Qasim li Bexdayê piştî dibistana amadehiyê kuta dike, Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Bexdayê qezenc dike. Li vir di 20 saliya xwe de Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) nas dike. Qasim di van salan de li ser meseleya kurdî hûr dibe û di heman demê de jî li hemberî qanûnên ku mafên jinan binpê dikin jî têdikoşe. 
 
Qasim ku bi sekna xwe bandorekê li xwendekaran dike, di vê demê de ji ber gotareka xw eya li ser dijminatiya Seddam hedef tê girtin. Qasim, di nivîsa xwe de diyar kiriye koletî ne çarenivîsa kurdan e û biryar digire ku bi awayekî çalak tevli nava têkoşînê bibe. Qasim ji bo dengê kurdan ragihîne cîhanê plansaziya ku dê balafirekê birevîne kiriye. Qasim ku tevî 4 hevalên xwe plansaziya çalakiya revandina balafirê kiriye, tevî hevalên xwe di 24'ê Nîsana 1974'an de hatiye zevtkirin. 
 
GOTINÊN WÊ YÊN DAWÎ YÊN JI BO DÊYA WÊ
 
Leyla Qasim ku li girtîgehê li ber tahde û îşkenceyê jî serî netewandiye, bi fermana Seddam di 12'ê Gulanê de tevî hevalên xwe Cevad Hamevendî, Herîman Fûad Mestî, Hesen Heme Reşîd û Azad Silêman Mîran hat darvekirin. Qasim di hevdîtina xwe ya dawî ya bi dêya xwe re, gotiye: "Dayika min a bedew; li ber nekeve, ez êdî miroveke dozê me. Ez ji bo gelê xwe şer dikim. Dayê dê bi mirina me gelê me şiyar bibe, dê alaya me ya azadiyê li ba bikeve. Gava ez mirim li ber nekevin, bila ji keziyên min alayê çêbikin." 
 
MEYDAN XWEST
 
Qasim gava ber bi sêdarê ve çûye sirûda neteweyî "Ey Reqîb" xwendiye û bang li celadên xwe kiriye: "Min bikujin, lê vê ratsiyê jî ji bizanibin; dê bi kuştina min re bi hezaran kurd şiyar bibin. Ez ji ber ku di rêça azadiya Kurdistanê de canê xwe fida dikim şanaz û serbilind im." 
 
Qasim ku ji bo hemû Leylayên li dû xwe û jinên kurd bûye rênîşandera têkoşînê bi wêrekî meydan li ber koletiyê xwestiye û meşa wê ya birûmet îro ro li her çar perçeyên Kurdistanê meydanê dixwaze.