Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin

  • jin
  • 12:44 12 Gulan 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Girtiya bi navê Hayriye Yagbasan ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê axivî û ev agahî dan: “Li qawîşên ku kapasîteya wan 11 kes in, niha 37 kes dimînin. Lê xwarina 11 kesan didin. Girtiyên jin rastî tundiya sergardiyan tên.” 
 
Binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de zextên li ser girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê jî zêdetir bûn. Li qawîşên kapasîteya wan 11 kes, 37 kes tên ragirtin lê belê xwarina 11 kesan tê dayîn. Di heman demê de rêveberiya girtîgehê bi awayekî keyfî dest datîne ser alavên taybet ên girtiyan. 
 
Girtiya bi navê Hayriye Yagbasan ku li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê tê ragirtin, di hevdîtina vekirî ya di 6’ê gulanê de bi hevala xwe Hediye Tekîn re axivî. Yagbasan, di hevdîtinê de got ku zextekî giran li ser wan heye û qala binpêkirinên li girtîgehê kir. 
 
XWARINA 11 KESAN DIDIN 37 KESAN
 
Yagbasan, di hevdîtinê de diyar kir ku di demên dawî de li qawîşên kapasîteya wan 11 kes, 37 kes dimînin û ev agahî dan: “Lê belê xwarina 11 kesan tê dayîn. Me ji bo qawîşên nû bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir û soz dan. Lê pêk ne anîn. Her wiha tiştên ku malbatên me bo me dişînin, dereng didin. Bi awayekî keyfî dest danin ser tiştên wek lihêf û balîfan. Dema girtî vê rewşê protesto dikin jî rastî cezayên disiplînê tên. Em dixwazin ji rêxistinên mafan û rêxistinên civaka sivîl re nameyan bişînin lê desteser dikin. Sînorek danîne ser pirtûkan. Bi taybet jî bi awayekî keyfî rê nadin ku pirtûkên kurdî bikevin girtîgehê. Dest danin ser wêne, alavên taybet û radyoyên me. Dema em diçin nexweşxaneyê jî heqaretê li me dikin.” 
 
TUNDΠ
 
Bi domdarî Yagbasan qala gardiyana bi navê Kîbriye kir û wiha domand: “Piştî ku ev gardiyan bûyî sergardiyan, tundiya li dijî girtiyan zêde bû. Komekê dide gel xwe û bi awayekî keyfî heqaretê li girtiyan dike. Dema girtî nerazîbûna xwe nîşanî vê helwestê didin jî demildest lêpirsîna disiplînê dide destpêkirin. Divê hemû kes li dijî zextên li girtîgehan denge xwe derxînin. Heta pirsgirêkên li girtîgehan çareser dibin jî divê kesek nesekine. Heke em li dijî vê dernekevin, dê hêj gelek cenaze ji girtîgehan derkevin. Her kesê ji xwe re dibêje mirov, demokrat û parastvanê mafên mirovan divê li dijî van zextan dengê xwe bilind bike.” 
 
MA / Delal Akyuz