Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin

  • jin
  • 17:27 15 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyê, ji ber kuştina Sakîne Kultur Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin û 2 kes hatin binçavkirin. 
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, jina bi navê Sakîne Kultur bi îşkenceyê hatibû kuştin û cenazeyê wê danîbûn qerexê rê. Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê kuştina Kultur de hatibû vekirin de Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin, Yûnûs Kultur û Haci Kultur hatin binçavkirin. Kirariyên her sê kesan li dozgeriyê berdewam dike. 
 
Li aliyê din li navçeyê, xizmên Kultur û jinan kuştina Kultur şermezar kir û heta Edliyeyê Silopiyaye meşiyan. Polisan, li vir jinan asteng kir. Piştî ku demeke dirêj li ber edliyeyê bi dûrişmeyan sekinîn jin derbasî mala Kultur bûn.