‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’

  • jin
  • 15:08 20 Gulan 2022
  • |
img
AMED - Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê têkildarî jinên ku li Silopiya, Xarpêt û Wanê hatine qetilkirin daxuyanî da û wiha got: “Jinên kurd hem ji ber zayenda xwe û hem jî ji ber nasnameya xwe tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e.” 
 
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê têkildarî jinên li Amed, Silopiya ya Şirnexê, Xarpêt û Wanê hatibûn qetilkirin, li Qada Şêx Seîd a Yenîşehîr a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek endamên saziyên girêdayî torê amade bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana jinan" hatin berzkirin.
 
Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat di daxuyaniyê de axivî. Polat, di serî de Sakîne Kultur, Remziye Apaydin û Sûna Pek ku hatibûn qetilkirin bi bîr xist û wiha got: “Qetilkirina jinan roj bi roj zêdetir dibe. Em her roj xeberên îşkenceyê, tundiyê , qetilkirinê û destdirêjiyê digirin. Her roj biryarên neheq tên dayîn û jin bi bêedaletiyê re rû bi rû dimînin. Em dibînin ku li ser agahiyên bêbingeh lêpirsîn tên vekirin û polîtîkaya necezakirinê tê meşandin. Ev jî nîşaneya hevkariya mêr û dewletê ye.” 
 
‘POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ’
 
Di domdarî de Polat diyar kir ku polîtîkayê qirkirina jinan bi taybetî li bajarên kurdan bênavber didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên kurd ne tenê ji ber zayenda xwe lê ji ber nasnameya xwe jî tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e. Desthilatdar bi zimanekî nîjadperest û zayendperest diaxive û jinan dike hedef. Faîlên jinan ji hêla dewletê ve tên parastin. Bi sala ye em doza qetilkirina jinan dişopînin û dibînin ku polîtîkaya necezakirinê hêjta didome. Lê jinên ku li dijî kuştin û destdirêjiyê xwe diparêzin jî bi cezayên giran re rû bi rû dimînin.” 
 
‘EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’
 
Di dawiya axaftina xwe de Polat da zanîn ku bi qanûna înfazan û qanûna efûyan re bi hezaran mêrên ku tundî li jinan kirine hatine berdan û ev tişt anî ziman: “Em kujeran baş nas dikin. Ew di nava me de ne. Dewlet bi xwe şirîkê wan cînayetan e. Yên ku dixwazin Peymana Stenbolê betal bikin, ew bi xwe şirîkên van komkujiyan e. Em ê her tim van polîtîkayên wan teşhîr bikin û dê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin.”