Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!

  • jin
  • 14:43 30 Gulan 2022
  • |
img
AMED - Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê ragihandin ku gardiyan li ber qawişan tetbîqata êrişê kirine. 
 
Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Jinan a Amedê ku bi binpêkirinên mafan tê rojevê tetbîqata êrişê kirine. Girtiyan, bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn û ragihandin ku di rojên dawîn de bi tevlibûna 15 gardiyanan tatbîqata êrişê tê kirin. Li gorî agahiyên ku girtiyan ji malbatên xwe re ragihandiye, 4 gardiyan ketine rengê girtiyên siyasî û dûrişmeyên mîna "Zext nikarin me têk bibin" berz kirine û gardiyanên din jî êrişî wan kirine. 
 
Girtiyan, ji malbatên xwe re gotine ku bi tetbîqatê amadekariya hin tiştan tê kirin û li dijî wan êrişa derûnî tê armanckirin. 
 
Her wiha girtiyan, ji malbatên xwe re ragihandine ku qameryan li qawişan bi cih kirine û pêkanîna lêgerîna tazî didome û aktîvîteyên civakî tên qedexekirin.