17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin

  • jin
  • 11:19 9 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê ku weke kevneşopiyekê her sal li Londrayê tê pîrozkirin, îsal dê bi dirûşma “Li Ber Xwe Bide, Xwe Birêxistin Bike, Azad Bijî” bê lidarxistin. 
 
Mîhrîcana Jinan a Zîlanê, weke kevneşopiyekê her sal ji hêla Meclisa Jinan a Jiyanê ve li paytexta Ingilistanê Londrayê tê pîrozkirin. Mîhrîcana 17’emîn jî îsal dê di 26’ê hezîranê de bi dirûşma “Li Ber Xwe Bide, Xwe Birêxistin Bike, Azad Bijî” were lidarxistin. Amadekariyên mîhrîcanê li ber qedanê ne û tê payîn ku di çarçoveya mîhrîcanê de gelek çalakî bên lidarxistin. Di mîhrîcanê de hunermend Ayfer Duzdaş, Suna Alan, Paula Darwish, Sevîm Aslan, Gorup Yade û Kurdish Women's Choir dê beşdar bibin. 
 
Parlamenter Feryal Clark û parêzera mafên mirovan Melanie Gingell dê weke axaftvan beşdarî mîhrîcanê bibin. Li gel muzîkê, her wiha dê defîleya folklor, dahol, zirne û cil û bergên kurdî û sînevîzyonek bê pêşandan. Di heman demê de li gel xwarin û stantên cil û bergan, di heman demê de ji bo zarokan jî dê kreş û çalakî bên lidarxistin. 
 
‘LI BER XWE BIDE, XWE BIRÊXISTIN BIKE; AZAD BIJÎ’ 
 
Meclisa Jinan a Jiyanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew jinên ji hemû derdoran vedixwînin mîhrîcanê. Meclisê, da zanîn ku şoreşa li Rojhilata Navîn ku jinên kurd pêşengtiyê jê re dikin, civakeke azad hatiye avakirin û wiha domand: “Em ê bi dirûşma ‘Li Ber Xwe Bide, Xwe Birêxistin Bike, Azad Bijî’ bên ba hev û têkoşîna xwe bidomînin. Ji çalakiyê zêdetir em ê ji bo bihêztirbûnê bên ba hev.”