'Em ê meşa xwe ya li dû şopa heqîqetê bidomîn in'

  • jin
  • 10:48 7 Cotmeh 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamya, bi boneya Roja Rojanamegerên Jinên Kurdistanê daxuyanî da û diyar kir ku mîna şopdarên Gurbetellî Ersoz, ew ê jî meşa xwe ya li dû şopa heqîqetê bidomîn in.   

Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamya, bi boneya 7’ê Cotmehê Roja Rojanamegerên Jinên Kurdistanê ku diyarî Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz hat  kirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Platforma Jinan di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em îro Roja Rojnamegertiya Jinên Kurdistanê ku me ji Gurbetellî Ersoz, Ayfer Serçe, Denîş Firat û Nujiyan Erhan ên di rêya heqîqet û azadiyê de bedal dan girt pêşwazî dikin. Li dijî gelê kurd, jin û gelên bindest êrîşên mezin hene. Dibin navê OHL’ê de zilm û îşkence hatiye rewa kirin. Mîna rojnamegerek jinên kurd mirov hemû zilama heyî dîbîne û hîs dike. Li dijî operasyonên desthilatdariyê yên dixwazin dengê heqîqetê qût bikin, berpirsiyartiya me ji her demê zêdetire. Em bûn şahîdê cenazeyê dayika Taybet ku bi rojan li erdê ma, Kemal Kurkut ê li ber çavên bi hezaran kes hat kuştin, bi hezaran jinên li dijî pêşnûmeyên qanûnî, diziya jiyan û heqîqetê derketin koçeyan. Ji van rastiyan zêdetir bûyerên xedar hat jiyîn.”     
 
'EM BI BIRYARIN KU PÊŞ DE BIÇIN' 
 
Platforma jinan, diyar kir ku ewê heya dawiyê ala baweriya ku di civakê de dayîn avakirin, bi biryar dê pêş de bibin. Platformê jinan di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Çawan ku Gurbetellî Ersoz bi cesaret û vînek mezin bû dengê jinan, em jî soz didin ku em ê xwedî kevneşopiya wê derbikevin û heya dawiyê dû heqîqetê biçin. Çawan ku Denîz Firat hovîtiya DAIŞ’ê li cîhanê deng veda, Nujiyan Erhan dengê jinên Êzidî da bihîstin, em ê jî ji cihê mayîn kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin û bibin dengê hemû jinan.”