Meclisa Jinan a HDP'ê bersiv: Meşrûyete Soylû tuneye

  • jin
  • 13:17 16 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê, bersiv da gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû yên derbarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan de û ev tişt got: "Tu meşrûyeta otinên kesekî ku tev li her cura sûc bûye tuneye."
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da gotinên Wezîrên Karê Navxweyî Suleyman Soylû yên derbarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Meşa Gemlîkê de. 
 
Meclisê, diyar kir ku ne hedê "Wezîrê Karê Sûc" û hevalbendê wî ye kû navê Hevseroka wan têxine devê xwe û wiha got: "Wezîrên Karê Navxweyî Suleyman Soylû, di bernameyeke televîzyonê de hevseroka me ya giştî hedef nîşan daye. Kesekî ku xwe wek pêşkeşwanê televîzyonê dihesibîne û tu cewhereke wî ya tuneye jî tiştên Soylû anîne ziman erê kiriye. Du zilamên ku ji derew, kînê, sûcan bêhtir tiştekî din nakine devê xwe li dijî hevseroka me ya giştî bêhedî kirine."
 
'ENCAMA HEMAN FERASETÊ'
 
Meclisê, di daxûyaniya xwe de daxuyaniyên Soylû û Serokkomar Tayyîp Erdogan ên derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz bi bîr xist û derbarê mijarê de ev tişt got: "Em diyar dikin ku êrişên li dijî Bûldan û Aydenîz hatine kirin li xeta siyaseta me ya jinê hedef digirin û ev êriş di şexsê xeta siyaseta me ya jinê de li hemû jinan hatiye kirin. Beriya niha jî bi gotina 'bizmarkirinê' gef li Berdevka Meclîsa me ya Jinan Ayşe Acar Başaran hatibû xwarin. Heqaretên Serokkomar ên derbarê çalakvanên Geziyê de û êrişên Soylû encama heman ferasetê ne."
 
'DÊ TEKOŞÎN BI SER BIKEVE'
 
Di berdewama daxuyaniyê de Meclisê, destnîşan kir ku Suleyman Soylû jî weke hevalbendên xwe yên ku kursiya wan diheje rojevê digûherîne û dixwaze bala wan bikişîne cihekî din û ev tişt anî ziman: "Mixabin ev helwest vala ye. Tu meşrûbûna kesê ku bi bazrganiya hişbirê, qaçaxçiyên çekan re, çeteyan re, kesên tundiyê li jinan dikin re û sucdarên tundiyê pêk tînîn re wêneyên wî hene, tuneye. Em ji kêsê ku weke Wezîrê Karên Sûcan dixebite û gef û hedefnîşandanên wî natirsin. Em jin dê weke her carê li Meclisê, li kolanana, li malê, li kar û her derê hesaba van hedefnîşandanan bipirsin."