Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist

  • jin
  • 17:01 20 Hezîran 2022
  • |
img

MUGLA - Şandeya dadgehê doza qetilkirina Pinar Gultekîn ji bo faîl Cemal Metîn Avci ku di danişînê de got “wijdana min rehet bila ya şandeyê jî rehet be” cezayê muebbeta giran da lê bi sedema “tehrîkkirina nerewa” jî ev ceza daxist 23 salan. 

 
Jina bi navê Pinar Gultekîn di 21’ê tîrmeha sala 2020’yan de ji hêla Cemal Metîn Avci ve hate qetilkirin. Derheqê Avci û endamên malbata wî yên alîkarî dabûnê de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê îro li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Muglayê hate dîtin. Kujer Cemal Metîn Avci û birayê wî Mertcan Avci bi sedema “Kuştina bi hestên cinawirî”, dayika wî Ayten Avci, bavê wî Selîm Avci, hevjîna wî ya ku dev jê berdabû Eda Karagun û şirîkê wî Şukru Gokhan Orhan jî bi sedema “veşartina delîlan” hatin darizandin. Di danişînê de parêzerên her du aliyan, parêzerê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, Mertcan Avci ku negirtî tê darizandin û malbata Pinar Gultekîn amade bûn. Kujer Cemal Metîn Avci jî ji Girtîgeha Afyonê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Faîlên din ên negirtî tên darizandin jî beşdarî danişînê nebûn. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Komîsyona Mafên jinan a Baroya Muglayê û gelek saziyên jinan jî danişîn şopandin. 
 
‘BILA ÊDÎ JIN NEYÊN KUŞTIN’ 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de ji ewil dayika Gultekîn, Şefîka Gultekîn axivî û wiha got: “Em bi malbatî perîşan bûn. Ev du sal in bi saya dermanan dijîm. Pinar êdî tune ye û dê neyê. Lê belê bila edalet pêk bê û her roj jin neyên kuştin.” 
 
FAÎL: WIJDANA MIN REHETE
 
Piştre jî kujer Metîn Cemal Avci parastina xwe kir. Di axaftina xwe de kujer Avci, Gultekîn bi şantajê tawanbar kir û îdia kir ku cînayet di bin tehrîkeke giran de kiriye. Kujer Avci, got ku cînayet bi tena serê xwe kiriye û ev tişt anî ziman: “Şandeya dadgehê dizane ku ez rastiyan dibêjim. Min, bêyî ku biryareke binçavkirinê çêbibe sûcê xwe îtîraf kir. Ez bi ‘hestên cinawirî’ tevnegeriyam. Di vê mijarê de wijdana min rehete. Bila wijdana şandeya dadgehê jî rehet be.” 
 
Parêzerê kujer Avci jî îdia kir ku miwekîlê wî bi ‘hestên cinawirî’ tevnegeriyaye û wiha got: “Dibêjin ku bila edalet pêk bê. Lê belê ji ber ku miwekîlê min îtîraf kir û cihê cesed nîşan da lewma niha rewş wiha ye. Nexwe mimkin nebû ku cesedê wê bihata dîtin. Miwekîlê min ji nişkan ve negot; ‘ka ez biçim Pinarê bikujim.’ Divê em lê binêrim bê ka miwekîlê min xistiye çi halî.” 
 
DADGEHÊ BI HINCETA ‘TEHRÎKÊ’ CEZA DAXIST
 
Şandeya dadgehê da zanîn ku di rapora ATK’ê ya ji hêla Zanîngeha Suleyman Demîrel ve hatiye amadekirin de xuya dibe ku Gultekîn piştî kuştinê hatiye şewitandin. Şandeyê piştre jî biryara xwe da û cezayê muebbeta giran da kujer Avci. Lê belê bi hinceta “tehrîkkirina nerewa”, cezayê kujer Avci daxist 23 salan. Ji bo 5 faîlên din jî biryara beraetê da.
 
Parêzerê malbata Gultekîn da zanîn ku dê dozê bişînin îstînafê.