Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin

  • jin
  • 13:00 16 Tîrmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Meclisa Jinan a HDP’ê piştî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin civiya û dê xeta têkoşîna serdema nû diyar bike.  

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3’yê tîrmehê de li Eywana Werzîşê ya Enqereyê 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin li dar xist. Meclisa Jinan a HDP’ê jî piştî kongreyê civiya û li ser serdema nû nîqaşan dimeşîne. Di kongreyê de 100 endamên esîl, 50 cîgir û 30 jî yên rûmetê hatin hilbijartin û 63 jinên hatine hilbijartin jî li Meclisa Giştî civiyan. Li gel endamên ku dê di serdema nû de peywirê li xwe bigirin, her wiha parlamenterên jin jî beşdarî civînê bûn.  
 
Jinan, diyar kir ku dê di serdema nû de têkoşîna xwe mezintir bikin. Jinan pêvajoya siyasî nirxandin û dê xeta têkoşînê û ya xwebirêxistinkirinê ya dema nû diyar bikin. 
 
Piştî civînê jî dê Berdevka Meclisa Jinan a dema nû bê diyarkirin û Koordînasyona Jinan were avakirin.