Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir

  • jin
  • 13:43 22 Tîrmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn li Zanîngeha Rojava dest pê kir. 
 
Li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê bi pêşengtiya Kongreya Star, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Suryan, Civaka Jinan a Zenûbyayê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn tê lidarxistin. 
 
Forûm ji hêla Zanîngeha Rojava ve tê organîzekirin û ji Koordînasyona Kongreya Star Remziye Mihemed, Endama Lijneya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, Hevseroka Lijneya Karên Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêvî Mistefa, Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, ji Brezîlyayê Rojda Dendare û ji Rojhilata Navîn jî gelek jin di forûmê de cih digirin.
 
DÊ 2 ROJAN BIDOME 
 
Dê forûm 2 rojan berdewam bike û ji du rûniştinan pêk bê. Di roja ewil a forûmê de destkeftiyên jinan ên di 10 salên şoreşê de û rola YPJ’ê ya di parastin û pêşxistina şoreşê de bên nirxandin. 
 
Di roja duyemîn de dê pêşengtiya jinan a di guherîn û veguhestina civakê de, têkoşîna jinan a di qada siyasî û hiqûqî de, pêdiviyên jinan ên ji bo parastina mafên xwe û mijara başkirina aboriya jinê bên nirxandin.