Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin

  • jin
  • 09:04 28 Tîrmeh 2022
  • |
RIHA - Endama Komîteya Amadekar a Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn û Kongreya Star Menal Mihemed, diyar kir ku wê parastina destkeftiyên jinan ku 10 sal in bi destxistine bidomînin û wiha got: “Em ê bi tevgerên jinan re tifaqa xwe bidomînin û xurtkirina tevgerên jinan berdewam bikin.” 
 
Di pêşengtiya Kongreya Star, Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Akademiya Jîneolojiyê, Yekitiya Jinên Sûryanan, Civaka Jinan a Zenûbya û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de di 22’yê tîrmehê de li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn hate lidarxistin. 
 
Jinên ku bi dirûşmeya “Em ê bi yekîtiya jinan destkeftiyên şoreşê mezin bikin û biparêzin” bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava hatin cemhev, du rojan pirsgirêkên jinên Rojhilata Navîn dijîn, rêyên çareserî û asta jinê ya şoreşê niqaşkirin. Di forumê de jinan 8 biryarên girîng girtin.
 
Yek ji jina tev li forûmê bûyî Endama Komîteya Amadekar a Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn û Kongreya Star Menal Mihemed, ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
 
Mihemed, bi lêv kir ku biryar girtibûn ku forûmê di 10’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava de li dar bixin û piştî di bin banê Kongreya Star de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe yên ewil dest pê kirin, bi 7 sazî û Meclîsên jinan re hatin gelhev û wiha got: “Li ser mijarên bingehîn û girîng bernameyek hate lidarxistin. Mijarên bingehîn bûn mijarên weke ‘jinan beriya şoreşê çi dikirin, suda wan çawa ji şoreşê re çêbû, çawa di şoreşê de cih girtin û jinên enternasyonal li ku dera şoreşê de cih girtin’. Dîsa rewşa jinan a di qada siyasî û qada herêmî de hate nirxandin.”
 
ÊRIŞÊN KOMÊN PARAMÎLÎTER
 
Mihemed, bi lêv kir ku roja ewil a forumê de jinan çawa xwe di qada leşkerî û siyasî de pêş ve birin û êrişên komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê hatin niqaşkirin û wiha berdewam kir: “Êrişên Tirkiyeyê ku hem ji aliyê jinan hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê bîrdozî ve zirareke çawa didin hatin niqaşkirin. Tenê ne ev, pirsgirêkên jinên ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin di qadên demokratîk de dijîn jî hatin axaftin. Ligel vê yekê geşedanên di qada dîplomasiyê de jî hatin niqaşkirin.”
 
JINÊN DI HER QADÊ DE PÊŞENG
 
Mihemed, da zanîn ku di roja duyemîn a forûmê de weke civakî, hiqûqî, aborî, siyasî û dîplomasî 4 atolye pêk anîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinan têkildarî van her çar qadan niqaşên ku wê çawa xwe pêşve bibin kirin. Ya herî girîng jî di vê forumê de tenê danasîna têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şoreşa Rojava nehate kirin. Me armanc kir ku têkoşîna jinan bibin her malê û jin di her qadê de pêşengtiyê bikin.”
 
JI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ HETA AFRÎKAYA BAKÛR 
 
Mihemed, bi lêv kir ku bandora Şoreşa Rojava, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta axa Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur belav bûye û diyar kir ku dixwazin şoreşê belavî hemû erdnîgariyê bikin. Mihemed, anî ziman ku jinên li forûmê roja jinê ya di şoreşê de baştir fehm kirin û çavdêriyên xwe yên li vê derê wiha vegotin: “Jinên ji qadên tev li şoreşê nebûyî hatî, jinên tev li şoreşê bûyî dan ber hev. Jinan bal kişand ser rêxistinên ku li cihên şoreş pêk hatî û çalakbûna saziyên jinan. Me li Rojhilata Navîn beriya niha jî xebatên wisa birêvebirin û tifaq avakirin. Em ê di pêvajoyên pêş de jî tifaqa xwe ya bi tevgerên jinan re bidomînin û xurtkirina tevgerên jinan xurttir bikin. Em bi vê esasê bi jinên enternasyonal re hatin gel hev. Ew jî bi tev li bûna şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê pêşiya me vekirin, ji bo hemû gel azad bibin şer kirin. Bi taybetî jî ji bo avakirina Şoreşa Rojava tev li bûbûn û gelek ji wan jî di vê oxirê de şehîd ketin. Me esas girt ku em tifaqa xwe ya bi wan re zêdetir xurt bikin.”
 
Mihemed, da zanîn ku di forûmê de siyasetmedara jin Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef a di 12’ê Cotmeha 2019’an de li bakurê Sûriyeyê hate qetilkirin jî hate bibîrxistin. Mihemed, anî ziman ku di salvegera 10’emîn a Şoreşê de jinan bal kişand ser destkeftiyên di her qadê de bi dest xistine û wiha got: “Têkiliyên hemû destkeftinên jinan ên bi hev re ku di mijarên siyasî,  dîplomasî, hiqûqî, aborî û civakî yên jinan heta îro bidestxistine de hate axaftin. Yek ji van ji yeke din cuda nikare bê fikirîn û bên veqetandin. Em nikarin bêjin jin di qadên siyasî û civakî de bihêz in lê di qada aborî de bêhêz in. Di bingeha pirsgirêkên ku jin îro dikişînin de ev heye. Di forûmê de bal kişandin ser van.”
 
HEDEFGIRTINA TIRKIYEYÊ YA JINAN
 
Mihemed, destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkeke bingehîn ku di forûmê de hatiye axaftin gefên êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn û wiha pê de çû: “Bal kişandin ku Tirkiye li vir çawa jinan hedef digire. Şehîd jiyan bi xwe jî bal kişandibû ser vê mijarê. Ji xwe di 24’ê Tîrmehê de bû hedefa êrişên Tirkiyeyê û şehîd ket. Bi vê minasebetê wê jî bi bîr tînim. Wê bi xwe jî diyar kir ku divê li dijî van êrişan têkoşîn bê mezinkirin û hate qetilkirin.”
 
Mihemed, qala girîngiya avakirina Sûriyeyeke Demokratîk a cihgirtin jinan kir û axaftina xwe bi bîr xistina qetilkirina fermandara YAT’ê Jiyan Tolhildan a piştî forûmê bi dawî kir: “Belê forûm bi agahiyeke êşeke mezin bi dawî bû. Lê em soz didin ku heta ku em bigihin armanca xwe em ê têkoşîna ku Jiyanê ji me re hiştî bilindtir bikin. Em ê parastina destkeftiyên xwe yên 10 sal in me bi dest xistine bidomînin.”
 
MA / Ceylan Şahînlî