Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir

  • jin
  • 12:28 3 Tebax 2022
  • |
img

DÎLOK - Zilamê bi navê Umît Dur li navçeya Şahînbey a Dîlokê êrişî jina ji Kobanê ya bi navê Hamîde Şêx Muslim kir. Muslim, 13 rojan di bin çavdêriya awarte de ma û piştre jiyana xwe ji dest da. 

Hamîde Şêx Muslim a ji Kobanê ku bi mehra olî bi Umît Dur re zewicî bû, ji hêla Dur ve bi awayekî sîstematîk dihat îşkencekirin. Muslim, di 22'yê tîrmehê de rastî êrişa çekdarî ya Dur hat û bi giranî birîndar bû. Muslim ku rakirin nexweşxaneyê, 13 rojan di bin çavdêriya awarte de ma û piştre jî jiyana xwe ji dest da.   
 
Hamîde Şêx Muslim 8 sal berê piştî êrişa DAIŞ'ê ya li ser Kobanê hatibû bakurê Kurdistanê û li bajarê Dîlokê bi cih bûbû. Du sal berê jî bi kesê bi navê Umît Dur re bi mehra olî zewicî. Muslîm, mehek şûnde rastî tundiya sîstematîk hat û par ji Dur qetiya. Muslim, derbasî cem malbata xwe ya li heman taxê bû. Li ser vê yekê Dur pitika xwe ya 1 salî ji Muslîm stend û şand cem malbata xwe ya li derveyî bajêr. 
 
Piştî ji hev cuda bûn, Dur gelek caran hat li ber xaniyê Muslîm û gef lê xwarin. Mûslîm jî 4 meh berê der barê Dur de biryara 3 mehan dûrxistinê dabû girtin. Li ser vê yekê jî Dur, birayê xwe û kesekê din bi çekan ser mala Muslim de girtin. Dur û kesên li gel wî, birayê Muslîm ê astengdar Cemîl Şêx Muslîm qetil kirin û Hamîde Şêx Muslîm û dayika wê Zehra Faraç (65) jî bi giranî birîndar kirin. 
 
Zehra Faraç a ku ji lingê xwe birîndar bûbû, piştî tedawiya li nexweşxaneyê dîsa şandin malê.Hamîde Şêx Muslim a ku bi giranî birîdar bûbû jî ji 22’yê tîrmehê ve li Beşa Nihêrtina Awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya 25 Aralikê dihat tedawîkirin. Muslîm îro di serê sibehê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Muslim dê li Goristana Yeşîlkent a li navenda Dîlokê bê veşartin. 
 
POLÎSAN GOTIBÛ ‘TIŞTEKÎ NAKE’ 
 
Birayê Hamîde Şêx Muslim, Yûsif Şêx Muslim ji ajansa me re axivî. Muslim, anî ziman ku Dur gelek caran hatiye li ber mala wan û bi çekê gef li wan xwariye. Muslim ragihand ku wan giliyê Dur kirine lê polîsan ji wan re gotiye; "Xeman nexwin, ev wisa diaxive lê tiştekî nake.”
 
Piştî êrişê jî polîsan Dur û 2 kesên pê re binçav kirin. Hat zanîn ku Dur hatiye girtin.