Dayikên Aştiyê: Em dixwazin xeberekê ji Îmraliyê bistînin

  • jin
  • 09:00 20 Tebax 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Hezexê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Em dixwazin ku xeberekê ji Îmraliyê bistînin." 

Ji 27'ê Nîsana 2020'an ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, nayê stendin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî nayên bersivandin. Endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê yên li navçeya Hezexê ya Şirnexê diyar kirin ku ji bo aşitiyeke mayinde divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. 
 
'TECRÎD NEBÛYA CENAZE NEDIHATIN'
 
Endama Meclisa Dayikên Aşitiyê Kiymet Ercay (48) anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê îro li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û wiha got: "Birêz Ocalan 24 sal in di zindana Îmraliyê de ye. Ev çend sal in jî agahî jê nayên girtin. Ji ber ku birêz Ocalan aştiyê dixwaze tecrîda li ser wî jî giran dikin. Ocalan, ne tenê ji gelê kurd re ji hemû gelan re wekheviyê dixwaze. Ji ber vê jî tecrîda li ser wî giran dikin. Heger îro li ser birêz Ocalan ev tecrîde nebûya şer jî çênedibûn. Ev tecrîd di şexsê wî de li ser her kesî tê kirin. Heger îro tecrîda li Îmraliyê nebûya, dê li girtîgehên din jî tune bûya. Li gel girankirina tecrîdê her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Ev tecrîd nebûya cenaze jî nedihatin. Heta tecrîda Îmraliyê ranebe wê tecrîda li ser kurdan jî ranebe." 
 
'TECRÎDÊ RAKIN'
 
Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Hanim Babat (63) jî diyar kir ku ew dixwazin ku hevdîtin bi Îmraliyê re çêbibin û got: "Bila vê tecrîdê rakin. Bila girtiyên zindanan berdin. Em Dayikên Aştiyê aştiyê dixwazin. Bila kuştin, girtin çênebe. Em jî însan in. Xwedê em însan anîne dinyayê û bila mafekî me jî hebe. Bila bes zarokên me bên kuştin, bila ev şer bisekine. Bila aştiyek bê dinyayê. Bila şer bisekine, xwîn nerije. Ev şer zirarê dide her kesî. Bila dayik li hemberî vê tecrîdê rabin û qebûl nekin. Heger destûr bidana ku parezerên wî pê re hevditin çêbikirana wê şer wisa nebûna. Em dixwazin ku êdî destûr bidin ku parezer biçin hevdîtinê. Li gorî hiqûqa dinyayê divê bidin. Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bistinin."
 
'DIXWAZIN AGAHIYEKÊ BISTINÎN'
 
Dayika Ayşe Hezer (65) bi lêv kir ku tecrîd bi xwe re aloziyê tîne û ev tiş anîn ziman: "Divê deqeyek beriya deqeyekê hevdîtin çêbibin. Em dixwazin ji Îmraliyê agahiyekê bistinin. Em dixwazin ku Ocalan ji girtîgehê derkeve. Wekî her kesî em jî azadî û wekheviyê dixwazin. Em doza zimanê xwe dikin. Divê deriyê zindanan bê vekirin û ev şer bê sekinandin. Em bang li tevahiya dewletan dikin ku li ser vê tecrîdê bisekinin. Heta ku birêz Ocalan ji girtîgehê dernekeve em ne azad in. Heta ku tecrît bidome, wê ji girtîgehan agahiyên mirinê bên. Em nêçar in ku têbikoşin. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe divê li dijî her awayê tecrîdê em têbikoşin."
 
'BILA DAYIK RABIN'
 
Ji dayikan Nebîha Acar (65) jî xwest pêkanînên li girtîgehan bi dawî bibin û wiha got: " Heta ku Ocalan azad nebe, em ê azad nebin. Bi salane em dikin hawar, em dikin qîr û dibêjin; bila dayik rabin. Em doza ziman û nasnameya xwe dikin. Dinya fireh e û têra me hemûyan heye. Em êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin."