Mûtlû: Hezar sedem hene ku jin li hev kom dibin

  • jin
  • 09:08 20 Tebax 2022
  • |
AMED - Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Yuksel Mûtlû diyar kir ku jin dikarin li dijî êrîşan bên cem hev û li ser xeta têkoşîna hevpar rêya xwe bidomînin û got: "Ji bo vê hezar sedemên me hene."
 
Li Tirkiyeyê tundiya li ser jinê bi awayên cuda berdewam dike û her roj nûçeyên derbarê kuştinan jinan de belav dibin. Li gorî daneyên JINNEWS’ê, tenê di Tîrmeha 2022’yan de herî kêm 31 jin hatine qetilkirin û 12 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Yuksel Mûtlû, têkildarî êrişên li hemberî jinan û destkeftiyên wan axivî û got, bersiva êrişan ancax bi têkoşîneke hevpar dikare bê dayîn.
JIN TÊKOŞÎNÊ NÎQAŞ DIKIN
 
Mûtlû nîqaşên ji bo avakirina xeteke nû ya têkoşînê û mezinkirina wê ya bi rêxistinên jinan ên li rojavayê Tirkiyeyê re ragihand û got, ev nîqaş jinan bihêz dikin. Mûtlû bilêv kir ku gotinên wekî "Danekevin kuçeyan, li hemberî vê netêkoşin, jixwe çawa be wê sindoq bên danîn" şaş in û got: "Siyaseta herêmî li kolanan, li taxan dest pê dike. Jin li ku derê rastî tundiyê tê, di nav malê de. Ger tu mudaxeleyî wir nekî, neçî wir, bi wê re têkoşîn nekî, tu yê çawa bi êşa wê û xizaniya wê zanibî? Ji ber vê yekê pergal mudaxeleyî herêmê dike û dixwaze me ji herêmê qut bike. Dûrxistina jinê ya ji herêmê, êrişên bordîzoî ne. Qeyûm, mudaxileyek bû li siyaseta jinê û lêgerîna wê ya ji bo azadiyê. Gelo ev mudaxile bi ser ket? Êrişek çêbû. Bi vê re sistbûyînek rû da, lê berxwedanek û têkoşînek jî heye. Em di vî warî de bihêvî ne. Em dikarin van îhtîmalan nîqaş bikin û bi hev re pêş bikevin.”
 
Mûtlû destnîşan kir ku êş û trajediyên jinan hevpar in û got, divê ev hevkarî ber bi pozîsyoneke hîn birêxistinkirî ve biçe. Mûtlû di berdewama axaftina xwe de got: “Wekî ferd em û hûn dikarin doza hevkariyekê bikin. Lê daxwaza me her duyan têr nake. Girîng e kesên wekî me li hev bên komkirin û zêde bibin. Em jin dikarin ji bo vê derfetan peyda bikin. Ger jin nikaribin peyda bikin, dê tu kes nikaribe peyda bike."
 
Mûtlû ku bang li jinan kir wiha got: “Li dijî qeyûman, van êrişên faşîst, kesên me hepsî malan dikin, ji qada giştî dûr dixin, me dikujin hwd. bi hezaran sedemên me hene ji bo hatine cem hev. Ger em van sedeman bibînin û bên cem hev em ê karibin wek xwişkên hev rêya xwe bidomînin.”