Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir

  • jin
  • 14:16 24 Tebax 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê Hasan Karaaslan, Leyla Karaaslan û 3 zarokên wê qetil kirin. Cîranên Karaaslanê diyar kir ku bi salan bû tundî li Leylayê dihate kirin û gotin: "Herkesê dizanî, lê kesê tiştek nekir." 
 
Li Taxa Yenî ya navçeya Hezex a Şirnexê Hasan Karaslan duh bi şev hevjîna xwe Leyla Karaaslan (40) û zarokên wê Derya (17), Melek (16) û Şerîfe (13) dema ku di xew de bûn qetil kirin û piştre jî teslîmî Midûriyeta Polîsan a Hezexê bû. Hat zanîn ku Karaaslan bi salan e, bi awayeke sîstematîk tundî li hevjîna xwe û zarokên xwe dikir. Tevî vê yekê malbatan ji bo pêşî li vê rewşê bigirin tu bergirî negirtin. Hat zanîn ku Leyla Karaslan çend roj beriya niha jî ji malbata xwe û xezûrê xwe re gotiye, "Ev şîzofren wê min bikuje". Li dijî vê jî malbatan jê re gotiye, "Ma dîn be tu lê mêze nakî, divê ku tu wî wisa qebûl bikî" Ji ber tundiya Karaaslan, Leyla her carê diçû cem malbata xwe dima û bi mehan jî nedihat malê. Li aliyê din hat hînbûn ku tenê keça wan a 10 salî Meysûna xwe li pişt sarincê veşartiye û xwe ji komkujiyê rizgar kiriye. 
 
'ÇI KARÊ ÇEKÊ DI DESTÊ WÎ DE HEYE?'
 
Keça xaltîk û cîrana Hasan Karaslan Makbule Orek (55), anî ziman ku Karaaslan bi salan bû tundî li hevjîna xwe û zarokên xwe dikir û got: "Ev zilam bi salan bû tundî li Leylayê dikir. Dema ku dit Leylayê di hembêza xwe de şîr dida zarokê xwe tundî lê dikir. Leylayê derdê xwe ji tu kesî re nedigot. Ew şeva ku hat kuştin xew nediket çavê min.Wê êvarê Hasan qet nesekinî. Her li ser cadeyê dihat û diçû. Pişt re derengî şevê dengê çekan hat. Kurê min ji min re got, 'Yadê vî zilamî zarokên xwe hemû qetilkirin' Me ji tirsan newêrî biçin. Pişt re me hewl da û em çûn. Leyla ji bo ku xwe rizgar bike heta ber derî hatibû. Laşê wê hemû di nav xwînê de mabû. Dema ku em çûn bi giranî birîndar bûbû. Pişt re li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Hesen jî bi awayekî rehet çeka xwe da milê xwe û siwarî erebeyê bû û çû teslimî miduriyeta polîsan bû. Dema ku em ketine hundirê malê, her der xwîn bû. Zarokên xwe di xew de qetil kiribûn. Digotin ku ew dîne. Lê çi karê çekê di destê mirovekî dîn de heye? Heger ku zarokên wî yên din jî li wir bûna ew ê wan jî qetil bikira. Tenê zaroka wan a 10 salî Meysunayê xwe ji qetilkirinê rizgar kiriye." 
 
'HEKE BERDIN WÊ ZAROKÊN MAYÎ JÎ BIKUJE'
 
Orek, diyar kir ku Karaaslan nedihişt ku Leyla heta li ber deriyê malê jî biçe û wiha domand: "Zarokên wî ji ber tundiya wî li malê nediman. Hin zarokên wî hêj nava mala xwe nedîtine. Em ji tirsan nediçûn mala wî. Ji ber wî Leylayê nedikarî gavekî jî biavêje. Berde heta cihekî, destûr nedidan ku heta destşokê jî biçe. Zilm li Leylayê dikir. Ne Leyla dihat li mala me, ne jî em diçûn wê derê. Bila wî bernedin. Baweriya me bi dewletê nayê, dibe ku berdin. Heke berdin wê zarokên xwe yên mayî jî qetil bike."  
 
'JIYANA WAN DI TALÛKEYÊ DE BÛ'
 
Emîne Aslan (37) a ku 15 salin bi Leyla Karaaslan re cîrantiyê dike bi lêv kir ku jiyana zarokan û Leylayê di xetereyê de bû û ev tişt got: "Ez ev 15 sal in Leylayê nas dikim. Leyla miroveke gelek cuda bû. Zilamê wê şîzofren bû. Min dizanî ku tundî lê tê kirin, lê wê ji me re nedigot. Ji ber tundiya wî Leyla diçû mala bavê xwe û bi mehan nedihat. Jiyana wê di talûkeyê de bû. Herkesê dizanî, lê kesê tiştek nekir. Ji tirsan derdê xwe ji kesekî re venedigot. Di wê komkujiyê de tenê keçekê wê xwe rizgar kir. Em dixwazin ew kujer bê cezakirin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût