Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan

  • jin
  • 14:56 9 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Jinên ku di çalakiya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Kadikoyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin diyar kirin ku di her kêliya binçavkirinê de sûc hate kirin û serî li ÎHD’ê dan.
 
Jinên ku di çalakiya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li navçeya Kadikoya Stenbolê polîsan tundî li wan kiribûn, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. 75 jinên piştî hatin derbkirin bi kelemçekirina bi pişt ve hatin binçavkirin, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol, Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û gelek nûnerên partî û rêxistinên sivîl ên civakî yên jin beşdarî civînê bûn. Jinan pankarta “Hûn nikarin vîna jinan bi îşkence û binçavkirinê teslîm bigirin” vekirin. 
 
‘POLÎS SÛC DIKE’
 
Di civînê de ewilî Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol axivî. Bîrol, qala êriş û helwesta polîsan a li dijî jinan kir û destnîşan kir ku her kêliya pêkanîna polîsan a di binçavkirinê de sûc e. Bîrol, bi lêv kir ku desthilat li ser jinên ku li dijî polîtîkayên wê têdikoşin mûameleyeke taybet dide sepandin û got: “Em di wê baweriyê de ne ku ev helwesta ku di sala 2022’an de hîn bêhtir harbûye, wê bi hêza rêxistinbûyî û têkoşîna jinê re ji holê were rakirin.”
 
‘NIKARÎN SERÎ LI JINAN BIDIN TEWANDIN’
 
Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan jî diyar kir ku yekane armanca jinan dawîkirina şer û avakirina aştiyeke civakî ye û got: “Di bin çavan de her cure heqaret li me kirin. Lê têkoşîneke me ya mafdar hebû. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Nikarîn serî bi jinan bidin tewandin. Dîsa dê êriş bikin lê em ê li rex hev bin.”
 
Endama Malêngel (Halkevleri) Zeynep Çelîk diyar kir ku pêkanînên îşkenceyê yên polîsan ên li dijî hemû çalakiyên li dijî desthilatê yên zêde bûyî û got wê teqez ji van hesabê bipirsin.
 
‘DIVÊ HESABA VAN SÛCA BÊ PIRSÎN’
 
Parlamentera HDP’ê Huda Kaya jî diyar kir ku bi hişmendiyeke ku li Roja Aştiyê ya Cîhanê jî êriş dikin re bi rû bi rû ne û da zanîn ku divê hemû pêkanînên desthilatê yên derqanûnî bên qeydkirin û xwest hesaba van hemû sûcan bê pirsîn. 
 
Piştî axaftinên hatin kirin jinan serî li ÎHD’ê dan.