Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin

  • jin
  • 09:02 10 Îlon 2022
  • |
RIHA - Ji Komîteya Aboriya Jinan Armanc Mihemed anî ziman ku li dijî hemû êrişên Tirkiyeyê û hevkarên wê jî, li herêmê aboriya jinan mezin dibe û got: "Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin."
 
Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyêyê, bi şoreşê re bi dehan sazî, dezgeh û rêxistinên jinan ava bûn û xweseriya jinan di qada aboriyê de bêtir bibingeh bû. Jinên ku destkeftîyên xwe yên dîrokî heya roja îro parastine, bi berhemên xwe ketin nava liv û tevgerê û ji xwe re aboriyeke xweser ava kirin. Ji bo vê yekê projeyên di qada çandinî, kargeh, sewalkarî, kooperatif û bazar ava kirin. 
 
Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2015'an de Rêvebiriya Aboriya Jinan ava kir û heya niha bi hezaran jin di nav xebata aboriyê de xwe bi rê ve dibin. 
 
Ji Komîteya Aboriya Jinan a Giştî Armanc Mihemed anî ziman ku aboriya jinê tevî hemû êrişên Tirkiyeyê û hevkarên wê jî mezin dibe û plansaziyên xwe ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin. 
ÊRIŞÊN BI HEZARAN SALAN
 
Armanc Mihemed anî ziman ku bi hezaran sal in desthilatdarî li hemberî jinê tevgeriyaye û wiha got: "Bi taybet zilam desthilatdarî meşandiye. Jinê bêhtir karê malê dikir, zarok xwedî dikirin. Dewletê aboriya serbixwe bi jinê nedabû avakirin. Her tişt bi destê jinê hat avakirin. Berê zilam diçû neçîrê û vedigeriya, lê jin derman keşif dikirin, çandiniyê bi rê ve dibir, çandinî dikirin û karê malê bi rê ve dibirin. Lê dema dem derbas bû, jin di malê de hat bidestxistin. Jin ji aliyê namûsê ve hat kuştin û ji aliyê siyasetê nikaribû xwe pêşve bibe. Lê ev 10 sal in piştî Şoreşa Rojava, gavên baş hatin avêtin. Jinan pêşî xwe di hêla leşkerî de pêş xistin, bi navê YPJ'ê. Sîstema Kongra Star hat avakirin. Di 10 salan de sîstemek nû hat avakirin. Di her qada civakî de jin birêxistin bûn. Komîteya Aboriyê jî wê demê hat avakirin. Me ji çandiniyê dest pê kir. Jinê keşfa xwe yekemîn bi  çandiniyê dabû destpêkirin, em ji di rêya wan de meşîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me li ser çandiniyê kooperatîf ava kirin. Jinê çendî zehmet be jî, lê gavê xurt avêtin. Jinê dîsa mafê xwe bi dest xist. 6 hezar jin di kooperatîfan de cih girt. Ne tenê çandinî, destkarî jî pêş ket. Karê konserveyan, tekstîl, mobîlya jî peş ket û me gelek kooperatîf ava kirin. Li herêmeke fireh jinan cihê xwe di kooperatîfan da girt. Niha di gelek beşan de ji bo hînbûna kar em perwerdeyan didin. Me gavên baş avêtin. Li hin cihan hinek destûr nadin jin di nava aboriyê de cih bigirin, lê em bi perwerdeyan ve yekê ji holê radikin. Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin."
 
HERÊMÊ DAGIRKIRÎ
 
Mihemed wiha domand: "Li Efrînê gelek kooperatîfên jinan hebûn. Her wiha gelek pepjeme jî hebûn. Li Girê Spî û Serêkaniyê jî gelek kooperatîf û proje hebûn. Gelek jin di van kooperatîfan de cih digirtin. Lê piştî dagirkirinê jinan gelekî zehmetî kişand. Li cihê dagirkirî dîsa zincîr li jinan hat xistin. Jin her roj bi destdirêjiyê re rû bi rû dimînin. Jin, penaber bûn. Jinên penaber li qampan gelek zehmetiyê dikişînin. Jin dixwazin li ser axa xwe aboriya xwe ava bikin. Koçberî ne bes e, bi ser de xisara dewletê ji heye. Dagirkeriya tirkî, êrişên DAIŞ'ê û xisara dewleta Surî li ser kurdan heye. Lê li hemberî hemû êrişan, jin rêxistinbûyîna xwe mezin dikin."
 
'EM Ê RÊXISTINA XWE MEZIN BIKIN' 
 
Mihemed anî ziman ku jin dê li hemberî hemû êrîşan xwe biparêzin û got: "Dewleta tirk êrişên xwe li hemberî jinê dike. Jinên li hemberî DAIŞ'ê şer kirin hedef tên girtin. Lê çi qasî êriş zêde bibin jî em ê tola hevalê xwe bistînin. Yek here em ê 10 cihê wan bigirin. Çi qas di hêla leşkerî de jin xwe birêxistin bikin, wê ew qas jî ji bo şerê şoreşgerî û di hêla aborî de jî xwe birêxistin bikin. Êriş nikarin me bidin sekinandin."
 
PLANSAZIYÊN NÛ Û BANGAWAZΠ
 
Mihemed li ser projeyên Komîteya Aboriya Jinê got: "Em li ser projeyên çandiniyê disekinin. Projeyên avî em didin pêş. Projeyên me yên tenûra, derzîxane hene. Gelek projê me hene. Ji bo civakê çi pêwîst be, em projeyan li gor wê çêdikin. Projeyên me bi taybet li ser jinê ne. Bi hezaran jin di nava aboriyê de ne. Projeyên me yên zivistan û havînî hene. Projeyên sewalan hene. Em ê akademiyekê ava bikin. Ji bo perwerdeya pîşeyî. Ji her helê ve em ê perwerdeyê bidin. Jinên cîhanê divê xwedî li destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin. Em ji bo hemû jinên cîhanê jiyanek nû ava dikin. Jin divê xwedî li hev du derkevin. Divê tu kes li hemberî êrişan bêdeng nemîne. Jin tên qetilkirin. Divê jin li her derî dengê xwe bilind bikin. Êriş li hemberî destkeftinên jinan e. Dixwazin vîna jinê bişikînin. Divê jin pêşî li ber vê bigirin."
 
MA / Emrûllah Acar