Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû

  • jin
  • 09:23 11 Îlon 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Soda Elvalû ku di sala 2014'an de ji ber êrişên DAIŞ'ê ji Sûriyeyê reviyaye û berê xwe daye Tirkiyeyê, 11 sal in di şert û mercên dijwar de dijî û 20 sal in jî bi tahdeya mêrî re rû bi rû ye. Elvalû, berî her tiştî dixwaze ji tahdeyê xelas bibe û hema carekê be jî dêya xwe û welatê xwe bibîne. 
 
Di sala 2014'an de bi êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Rojava re bi hezaran mirov ji bêgavî koç kirin. Şêniyên herêmê ku ji bêgavî ji warê xwe koç kirin, di şert û mercên herî giran de li hin bajarên Tirkiyeyêbi cih bûn. Ên herî zêde tesîr ji vê koçberî û penaberiyê girtin jî jin û zarok bûn. Ji jinên ku bandor bandore ji vê rewşê girtine yek jê jî Soda Elvalû ya 55 salî ye. 
 
Elvalû ji bajarê Dirbesiyê ye. Ji bo nekeve destê DAIŞ'ê ji bêgavîtevî 5 zarokên xwe derbasî Tirkiyeyê bûye. Elvalû 2 şev û rojekê tî, birçî û pêxwas di rê de maye. Bi lingê xwe yê bi herî û qerisî û li pişta wê zaroka wê 2 şev û rojekê meşiyaye. Elvalû piştî ku derbasî Tirkiyeyê bûye, penaberiya wê ya ber bi bajarên cuda ve dest pê kiriye. Soda Elvalû, li Mêrdîn, Amed, Şirnex û Êlihê maye. Herî dawî jî berê xwe daye Şirnexê û li navçeya Hezexê bi cih bûye. Di vê penaberiya xwe de heya niha 36 xanî guherandine. Di vê rêwîtiya xwe ya penaberiyê de rastî nijadperestiyê jî hatiye. Elvalû ku 20 sal in ji bi awayeke sîstematîk bi tundiya hevjînê xwe re rû bi rû ye, gelek caran ji mirinê xelas bûye. Di heman demê de jî, ji bo ku xwe ji êrişên mêran biparêze kincên mêran li xwe kiriye û xwe bi vî awayî diparêze.  
 
Soda Elvalû, der barê zehmetiyan û tundiya mêrî de ku 20 sal in pê re rû bi rû ye axivî. 
 
2 ŞEV Û ROJEKÊ ZAROKÊ WÊ LI PIŞTA WÊ MEŞIYAYE
 
Soda Elvalûyê anî ziman ku dê roja ku ji bêgavî terka axa xwe kirıye tu cari jibîr neke û rêwingiya xwe ya penaberiyê wiha bilêv kir: "Ez ji bajarê Dirbesiyê me, lê em li Hesekê diman. Welatê me welatekî gelek xweş û rind bû. Min di xewnên şevan de jî nizanibû dê ev tişt bên serê me. Me digot, wê nexweşî li her derê çêbibe lê li welatê me çênabe. Me digot, em naçin, lê ez ji bêgavî hatim. Jiyana me ya li wir pir xweş bû. Ji wê jiyanê jiyaneke xweştir û çêtir nebû. Xwarina me, nanê me, ava me û her tiştê me erzan û belaş bû. Me digot, dinya ev e. Lê zarok digotin Tirkiye bela xwe ji Suriyeyê venake û dö rojekê bikeve Suriyeyê. Piştre DAIŞ ket Suriyeyê."
 
'WELATÊ ME JI HER WELATÎ XWEŞTIR BÛ'
 
Elvalû da zanîn ku DAIŞ'ê 2 pismamên wê kuştine û wiha pê de çû: "DAIŞ'ê ji me re got, 'Yan hûn ê axa xwe, welatê xwe û erdê xwe bidin me yan jî hûn ê derkevin.' Ma me yê çi bikira? Ji me re digotin, 'Yan hûn ê bibin tirk yan jî em bela xwe ji we venakin.' Me jî got, 'Em kurd in, dayika me kurd e, bavê me kurd e em terka axa xwe nakin.' Lê me mêze kir serê sibehê dest biê bombebaranê kirin. Em jî ji bo ku nekevin destê wan ji bêgavî em derketin. Em sed mirov bi hev re derketin. Di nav wan de kal û zaok hebûn. Em 2 şev û rojekê di rê de man. Ba û baran hebû. Kurê min ê nexweş li pişta min, em meşiyan. Lingê me bê gore, bê sol man. Em ji serî heta binî di nava heriyê de man. Ew heriya lingê me hemû bû cemed. Nimêja sibehê em gihîştin Qoserê. Em mirî bûn, lê xwedê ruh ji me nestand. Em ne ku ji welatê xwe aciz bûn reviyan. Em ji ber DAIŞ'ê reviyan. Welatê me ji her welatî xweştir û şirîntir bû. Tiştê me erzan, her tişt li ber deriyê me bû. Êriş hîn jî didomin. Xwedê heqê me jê re nehêle."
 
Elvalûyê destnîşan kir ku berî her tiştî wê bêriya dêya xwe kiriye û got: "Ez dikarim biçim, lê ji ber ku pereyê min tune ye nikarim biçim. Min dixwest îro li tenişta dêya xwe bûma. Min xwarin û vexwarina welatê xwe bixwara. Dayikên xelkê ji me re nabin dayik, welatê xelkê jî ji me re nabe welat. " 
 
20 SAL IN RASTÎ TUNDIYÊ TÊ
 
Elvalû diyar kir ku li gel zehmetiyên penaberiyê jî ew bi salan e bi awayekê sîstematîk rastî tundiyê tê û wiha domand: "Ev 11 sal in li vir im. Ev 36 car in ku min mala xwe bar kiriye. Ji ber ku em nikarin kirêyê bidin, me derdixin. Ez li çar navçeyan mame. Min kincên zilaman li xwe dikir û wisa xwe diparast. Bi daxwaza malbata xwe bi hevjînê xwe re zewicim. Min ji wî xêr nedit. Ji roja ku ez bi wî re zewicime heya niha min rojeke xweş nedîtiye. Heta vê serê sibehê jî li min xistiye. Telefon avêt serê min. Gêja min çû û ketim. Ez newêrim li ber wî rabim. Ez li ber rabim wê min bikuje. Ev 20 sal in bi tahde û zilma zilam re rû bi rû me. Min çend caran ji malbata wî re jî got. Lê paşguh kirin û nabin alîkar. Serê min şikand û cîranan ez birim nexweşxaneyê. 11 kêl li serê min xistin. Min got ez ê bimirim. Bijîşk ji min re got, 'Çi ji te bûye?' Tevî vê tundî û zilma 20 salan jî min got, ez ketime û min ew giliyê wî nekir. Carekî jî kevir avêt lê ez jê filitim. Ev zilam dîn e, êdî naxwazim tahde li min bê kirin."
 
HEVGIRTIN
 
Soda Elvalûyê di dawiyê de bal kişand ser girîngiya hevgirtina jinan û têkoşîneke bi hev re û got: "Divê jin û zilam wekhev bin. Gotineke pêşiyan heye, dibêje 'Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.' Pêdiviya jinan bi tifaqiye heye. Heger em bibin tifaq em ê karibin hev du ji tundiya mêr rizgar bikin. Ez naxwazim êdî bi tundiya mêr re rû bi rû bimînim."
 
Soda Elvalû bi strana "Ax lê daye" hesreta xwe ya ji bo welêt anî zimên.
 
MA / Zeynep Dûrgût