Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin

  • jin
  • 10:55 16 Îlon 2022
  • |
img
RIHA - Berdevka Yekitiya Jinên Ermen Anahîd Qesebiyan, diyar kir ku armanca wan a ewil ew e ku jinên ermenî birêxistin bikin, bi xweparastinê di têkoşînê de çalak bikin û got: “Em armanc dikin ku bi awayekî xurttir bersivê bidin êrişan.”
 
Endamên jinên Meclisa Civakî ya Ermenan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 31’ê tebaxê de bi 150 delege, rêxistinên jinan û bi tev li bûna yekîneyên jinan li bajarê Hesekê di konferansa ewil a li darxistin de Yekîneya Jinan a Ermenan ava kir. Anahîd Qesebiyan a di konferansê de weke Berdevka Yekitiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate hilbijartin armanca avakirina xwe û biryarên girtî ji ajansa me re nirxandin. 
 
Qesebiyan, diyar kir ku beriya konferansê li herêma xweser 80 civînên cuda girtin û hewldan xwe bigihînin jinên ermen û wiha got: “Di dema lidarxistina van hevdîtinan de me zehmetiyên mezin dikişandin û di ser re jî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê dest pê kirin. Lê belê tu ji van êrîşan nekarîn me ji lidarxistina vê konferansê bêzar bikin û em weke jinên ermenî di 31’ê Tebaxê de hatin cem hev.” Qesebiyan diyar kir ku jinên ermen ên Reqa, Eyn-Îsa û Dêrikê jî beşdarî konferansê bûne û destnîşan kir ku meclisên jinan ên partiyên siyasî, komîteyên jinan û saziyên jinan di rêveberiya xweser de jî beşdar bûne.  
 
PERWERDEHIYA XWEPARASTINÊ
 
Qesebiyan, bi bîr xist ku bi ser Qirqirina Ermanan re 107 sal derbas bûne û bi lêv kir ku texrîbatên ku 107 sal in li ser jinên ermen rûdane dibînin. Qesebiyan, pêvajoyên civînên berê û serpêhatiyên xwe yên di konferansa ku li dar xistin de wiha vegotin: “Em di vê pêvajoyê de bûn şahidê ku jinên ermen çiqas ji çand, ziman û dîroka xwe dûr bûne. Em di şertên zehmet de gihiştin van jinên di nava civakên ereb, kurd û suryan de dijîn. Me dît ku jinên em hatin gelhev mane bin bandora aqlê zilam û hikumetên beriya niha. Di vî warî de me ezmûneke dijwar da ku jinên ermen li kok, ziman û dîroka xwe vegerin. Bi piştgiriya saziyên jinan em mil bi mil hewl didin jinên ermen li dijî êrîşên fîzîkî û îdeolojîk perwerde bikin. Ji bo careke din heman qirkirin û komkujiyên li jinan rû nedin, em van perwerdeyan weke berpirsyariyekê dibînin.”
 
ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
 
Qesebiyan, diyar kir ku ji gelek bajarên Rojhilata Navîn beşdarî konferansê bûne û wiha berdewam kir: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê moralê jinan bilindtir kir. Bi zêdekirina xebatên xwe yên li nava rêvebeiya xweser re em armanc dikin ku hem bi rengekî xurt bersivê bidin qirkirina beriya 107 salan û hem jî êrişên nû yên gengaz.” 
 
‘EM HENE LI SER PIYAN E’
 
Qesebiyan, da zanîn ku di pêvajoya konferansê de gelek êrişên hewayî çêbÛn û destnîşan kir ku di her êrişê de zêdetir bi hêrs bûn û girîngiya konferansê derket holê. Qesebiyan, anî ziman ku di konferansê de her tim qala qirkirina sala 1915’an kirin û wiha doman: “Di qirkirinê de bi milyonan mirovên me hatin kuştin. Armanca sereke ya van êrişan jî li ser jinê bû. Bi vê konferansê me ji hişmendiya qirker re wiha got; em hêj hene û hêj li ser piyan e. Me peyam da ku em ê careke din qirqirina mezin a ku bi ser me de anîne, beriya çend salan ji welatê me kirine der, tecawiz û kuştina jinên me re nejîn.” 
 
BIRYARÊN HATIN WERGIRTIN
 
Qesebiyan, herî dawî biryarên ku di konferansê de girtine wiha rêz kirin: 
 
“*Ji bo peydakirina hawireke ku jin hem di qada civakî de hem jî di malbatê de cihê xwe bigirin, perwerdeya bîrdozî bibînin. 
 
* Divê jinên ermen û bi taybetî jî zarok bi zimanê xwe yê dayikê ermenkî bên perwerdekirin. Amadekariyên me yên têkildarî vê temam in. Li herêma xweser hewldanên ku di dibistanan de dersa ermenkî bidin hene. 
 
* Wê perwerdehiya leşkeri ji jinan re bê dayîn ku karibin xweparastinê bikin. 
 
* Bi kesên ku hişmendiya qirqirinê diparêzin re li ser masêyê hesabê ji wan bê pirsîn
 
*  Ji bo bi ermenên hewl hat dayîn bên bişaftin û sirgûnî cihên cuda bên kirin re bibin yek û wan li kok, ziman û çanda wan vegerînin.”   
 
MA / Ceylan Şahînlî