Tûra dûçerxê ya Jinên Xemilandî hat betalkirin

  • jin
  • 21:57 18 Îlon 2022
ŞIRNEX - Tûra Duçerxê ya ku ji aliyê Jinên Xemilandî ve li Silopiyayê hatibû plankirin, ji aliyê polîsan ve bi hinceta “ewlehiyê” hat betalkirin.
 
Her sal di meha îlonê de ji aliyê Jinên Xemilandî ve li sedan bajaran bi hezaran beşdaran Tûra Duçerxê  tê lidarxistin. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî Jinên Xemilandî ku dixwestin heta parka Newrozê du çerxeyan biajon, ji aliyê polîsan ve bi hinceta “ewlehiyê” hat betalkirin.