Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in

  • jin
  • 11:35 7 Cotmeh 2022
  • |
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn qala Gurbetellî Ersoz kir û wiha got: “Yek ji şahidiya herî mezin min kirî ew bû ku Gurbetellî bi heman awayî nêzî her kesî dibû. Heta di girtîgehê de jî xwe azad hîs dikir û jineke şanaz bû. Em bo Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin deyndar in.”
 
Gurbetellî Ersoz, di avakirina çanda çapemeniya azad de bi taybet jî bo jinan pêşeng bû. Yek ji wan rojnamegeran bû ku nehişt rastiyên li Kurdistanê di tarîtiyê de bimînin. Zarokatiya wê li Edeneyê derbas bû û hêj di ciwantiya xwe de dest bi têkoşînê kir. Di 10’ê kanûna sala 1990’an de hat binçavkirin, rastî îşkenceyên giran hat, piştî 15 rojên binçavkirinê hat girtin û şandin Girtîgeha Meletiyê. Ersoz, 2 salan di girtîgehê de ma û piştî berdanê, di 26’ê nîsana 1993’yan de li Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi dirûşma “Dê rastî di tariyê de nemînin” dest bi weşana xwe kiribû, dest bi xebatên xwe kir. Ersoz, gerînendeya giştî ya rojnameyê bû û bi vê yekê re di dîroka çapemeniyê ya Tirkiyeyê de bû mînakeke ewil. Ji hêlekê ve pêşengtiya çanda nû ya çapemeniya azad dikir û li hêla din jî li Tirkiyeyê yekemîn jin bû ku gerînendetiya weşanê dikir.  
 
Di wan salan de ku zexteke giran dihat kirin, nûçegihan û belavkar dihatin kuştin û girtin, polîsan di 10’ê kanûna sala 1993’yan di Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de bi ser rojnameyê de girtin. Ersoz, tevî xebatkarên din ên rojnameyê hat binçavkirin û piştî 13 rojên binçavkirinê, hat girtin. Ersoz ku şandibûn Girtîgeha Sagalmacilarê, di hezîrana 1994’an di danişîna ewil de hat berdan. Heta demekî xebatên xwe yên rojnamegeriyê domand. Lê belê di van salên ku zext û îşkence bênavber dihat kirin de Ersoz biryar da ku têkoşîna xwe li qadeke din bidomîne. Di vê çarçoveyê de Ersoz, di sala 1995’an de tev li refên PKK’ê bû. Di 7’ê cotmeha sala 1997’an de jî li Herêma Federal a Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Rojnivîska wê ya di navbera 1995-1997’an de piştre weke pirtûk bi navê “Rojnivîska Gurbetê Min Dilê Xwe li Çiya Nexş Kir” hat derxistin. 7’ê cotmehê ku Ersoz jiyana xwe ji dest dabû, di heman demê de Roja Rojnamegerên Jinên Kurd tê pîrozkirin. Tevî hemû zextan jî, rêhevalên Ersoz ji bo ku rastî di tariyê de nemîne pênûsa wê diparêzin. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku gerînendetiya giştî ya Ozgur Gundemê jî kiribû, di 25’emîn salvegera qetilkirina Ersoz de bi ajansa me re axivî. 
 
SEKNEKÎ BIBANDOR
 
Eren Keskîn da zanîn ku rojnameya Ozgur Gundemê di salên ku windakirinên di bin çavan de , şewitandina gundan û cînayetên kontrgerîla zêde çêdibûn de dest bi weşanê kiriye û wiha got: “Di demekî wiha de Gurbetellî Ersoz bû yekemîn gerînendeya weşanê ya rojnameyê. Ji ber rewşa giran a şer, di salên 90’î de piştevaniya di navbera mirovan de xurt bû. Hevalên me yên herî nêz dihatin qetilkirin, di bin çavan de dihatin windakirin. Anku em her tim bi hev re bûn. Ez jî yek ji parêzerên rojnameyê bûm. Dema min Gurbetellî cara ewil dîtî, min fêm kir ku keseka pir bibandor e. Ji ber ku li hêlekê keseka pir kubar û li hêla din jî xwedî seknekî xurt bû. Yek ji çavdêriya min a herî mezin ew bû ku bi heman awayî nêzî her kesî dibû. Anku mîna hev nêzî hemû xebatkarên rojnameyê dibû.”
 
PÊŞENGTIYA JINÊ
 
Keskîn, diyar kir ku di her qadê de derketina pêş a jinê ji bo tevgera jinê tiştekî girîng e û wiha domand: “Di wan deman de tiştekî gelek girîng bû ku Gurbetellî Ersoz yekemîn gerînendeya giştî be. Lewma yek ji pêşengên jinan e. Wê demê hemû kesî agahî ji rojnameyan digirtin û ev rojname bi pêşengtiya jinekê dihat derxistin. Li gorî min vê yekê di nava gelê kurd e jî bandoreke weke ‘lê binêr jin çawa dixebitin’ dikir. Bêguman em nikarin bibêjin serdestiya mêr têk çû lê cihgirtina jinên mîna Gurbetelliyê ya di nava siyaset û saziyan de, tevgera jinan xurt kir. Ez û Ersoz gelek caran dihatin ba hev. Di 10’ê kanûna 94’an di Roja Mafên Mirovan de li dijî rojnameyê operasyon hat kirin. Qet ji bîra min naçe. Gurbetellî û hevalên din hatin binçavkirin û girtin. Lê me qet nedizanî ku ev operasyon agahiya êrişeke bombeyî ye. Mixabin ku piştre bi bombeyan êrişî rojnameyê kirin. Bawerim 6 mehan di girtîgehê de ma. Li girtîgehê jî diçûm serdana wê. Li wir jî pir rehet, xwe azad hîs dikir û jineke serfiraz bû. Bawerim tu mirovên ku ew nas kirî û jê hez nekirî nînin.” 
 
QONAXA HERÎ GIRÎNG A JIYANA WÊ
 
Bi domdarî Keskîn bal kişand ser girêdana Ersoz a bi birayê xwe Orhan û ev tişt anî ziman: “Rojekê ji min re got ku birayê wê biryara tevlibûnê daye. Tekane fikara ew bû ku tiştek bi birayê wê neyê. Di esasê xwe de ev hest li gel hemû dayik û bavan heye. Got; ‘gelo heke em bi hev re xwarinekî bixwin û tu jî nêrîna xwe pê re parve bikî dibe? Pêdiviya gelê me bi bijîşkan jî heye. Binêr, fakûlteya tipê beşeke pir zehmete ku mirov qezenc bike.’ Qet ji bîra min naçe. Em rojekê rûniştin û me bi hev re xwarin xwar. Birayê wê kurekî gelek bedew bû. Min jî jê re got; ‘Binêr, pêdiviya vî gelî pir bi bijîşkan jî heye.  Hemû kes mecbûr nîne ku şer bike. Mirov dikarin di vê qadê de jî xwedî li mafên xwe derkevin.’ Lê ji min re got; ‘ne xwîşkê ez ê biçim.’ Bawerim dema diçû, di rê de hat qetilkirin. Bawerim di jiyana Gurbetelliyê de vê ev bûyer, bû qonaxeke diyarker.  Dema em li bîranînên wê jî dinihêrin, girêdana wê ya bi birayê xwe re baştir tê fêmkirin. Em dibînin ku li navenda jiyana wê, birayê wê hebû.” 
 
Di berdewamê de Keskîn wiha got: “Di esasê xwe de ev rastiyeke sosyolojîk e. Lê mirovan di nava têgeha ‘terorîst’ê de dinirxînin. Lê ev mirov di emrê xwe yê ciwan de mirin. Divê ev rastî li ser vê erdnîgariyê bê nîqaşkirin. Heta neyê axaftin, dê dewlet di mijara tundiya li dijî kurdan de tu caran encamekî bi dest nexe. Dema Seyîd Riza hatî qetilkirin, PKK tune bû. Xuyaye ku polîtîkayeke tundiyê ya berê ye. Zexta li dijî jinan jî her tim hebû. Tevgera kurd piştî darbeya 12’ê Îlonê xwe komî ser hev kir. Di nava tevgera kurd de jin di carekî de derketin pêş. Li gorî min, têkoşîna jinan bandortir têkoşîna li vê erdnîgariyê ye. Ji ber ku jin serî natewînin. Têkoşîna jinên ku serî natewînin, ji hêla serdestan ve hedef tê girtin. Herî dawî jî Nagihan qetil kirin. Vê mirinê bi rastî jî hemû kes gelek xemgîn kir. Di nava tevgera jinan de xwedî cihekî girîng bû. Lê li gorî min ev êriş, tevgera jinan hêj xurtir dikin. Bêguman bila ev êriş neyên kirin lê tevgera jinan jî dev jê bernade û serî natewîne.” 
 
‘EM BO MIRIYÊN XWE DEYNDARIN’
 
Keskîn, da zanîn ku di sala 2013’an de gerînendetiya giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê jê re hatiye pêşniyarkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Min 3 salan ev peywir li xwe girt. Di dema qebûlkirina vê daxwazê de min got; deynê me bo miriyên me heye. Yek ji van Gurbetellî, yek Apê Mûsa û yên din jî rojnamegerên hatibûn kuştin in. Lewma niha bi giştî 26 sal û 10 meh cezayê hefsê bo min tê xwestin. Dibe ku bêm girtin lê bi tu deverekê ve naçim. Ji ber ku bi rastî jî em bo miriyên xwe deyndar in.”
 
MA / Rûkiye Adiguzel