Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome

  • jin
  • 12:47 30 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî êrişên dijwar ên hêzên rejîmê jî çalakiyên li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” tên lidarxistin, didomin. 
 
Çalakiyên li bajarên Sine, Mahabad, Bokan, Miyandiwa, Merîwan, Seqiz û Kirmaşan ên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî re bi pêşengtiya jinan dest pê kiribûn, didomin. Çalakî bi pêşengtiya jin û ciwanan tên kirin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” tên lidarxistin. 
 
Di çalakiyên li bajarê Kirmaşanê de Mîno Mecîdî ku 40 roj berê ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Di merasîma bîranînê de bavê Mecîdî da zanîn ku kurê wî beriya tev li çalakiyan bibe jê re wiha gotiye: “Heta ku xwîn nerijei tu şoreş jî pêk nayên.” 
 
Li gelek taxên bajarên Sine, Merîwan, Seqiz, Mahabad, Pîranşar, Miyandiwa û Bokanê jî ciwan daketin kolanan, agir hil kirin û rê ji trafîkê re girtin. Li bajarê Sineyê jî xwendekarên Zanîngeha Kurdistanê xwepêşandaneke mezin lidarxistin. Hêzên rejîmê yên Îranê jî raste rast gule li xwendekaran reşandin û hewl da bi xaza îsotê girseyê belav bike. 
 
Di heman demê de li Zanîngehên Peyam Nûrî û Merîwanê jî xwendekaran bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bimre dîktator” çalakî li dar xistin.