Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe

  • jin
  • 14:33 30 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL – Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di “Komxebata Bûdçeya Zayenda Civakî Esas Digire” de axivî û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku piştî nîqaşên li vê derê, em ê zelal bikin bê ka dê bi kîjan perspektîfê nûyînê ava bikin. Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe.” 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Eywana Abîdîn Dînor ya Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şaredariya Şîşlî ya Stenbolê “Komxebata Bûdçeya Zayenda Civakî Esas Digire” li dar xist. Di komxebatê de pankarta “Bûdçeya Zayenda Civakî Esas Digire” hatibû daliqandin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Fîlîz Kerestecîoglû û Dîlan Dîrayet Taşdemîr, nûnerên rêxistinên jinan, jinên femînîst û gelek jinên di qada civakî de xebatan dimeşînin jî tev li komxebatê bûn. 
 
Ji ewil Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay axivî û got ku Tirkiye ji hêla têkoşîna li dora mafê bûdçeyê, tevlibûn û muzakereyan de pir paşve ma ye û wiha got: “Hevdîtinên bûdçeyê bi veşarî tên axaftin û qebûlkirin. Bûdçeya ku bandorê li jiyana me tevekan dikin, bi vî awayî ne. Em dixwazin di vê komxebatê de nîqaşên xwe di çarçoveya zayenda civakî de bikin û ji bo vê jî me bi gelek nûnerên rêxistinên jinan, tevgerên femînîst, penaber û jinên li qadên civakî xebatan dimeşînin re nîqaş kirin. Em ê li vir cihê jinan ê di aboriyê de, divê parekî çawa bigirin û perspektîfa jinan nîqaşn bikin. Perspektîfa ji vir derdikeve dê dema bûdçe hat Lijneya Giştî ya Meclisê bibe dengê jinan, LGBTÎ+ û bindestan.”
 
BÛDÇEYA LI SER BINBGEHA ŞER Û RANTÊ
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku bûdçe bi nêzikatiyekî teknîkî ji Meclisê derbas bûye û wiha domand: “Me her carê bi israr got ku divê dengê jinan û LGBTÎ+’yan berçav bê girtin û wihsa derbas bibe. Lê desthilatdarî her carê jî serdemeke bûdçeyê ya li ser bingeha şer û rantê pêk tîne. Ev sê sal in em jin ji bo bûdçeyeke zayenda civakî esas digire nîqaşan dikin. Cara ewil di dema HDP û DBP’ê de li ser bingeha zayenda civakî xebat hatin kirin. Ji bo ku di çarçoveya pêdiviyên jinan de bên amadekirin, gavên dîrokî hatin avêtin. Armanca ji bûdçeya zayenda civakî esas digire ew e ku wekheviya firsendê ya jin û mêr çêbibe. Em qala perspektîfeke wisa dikin ku tevahiya pêdiviyên civakê pêk tîne. Lê mixabin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê jinê tenê di nava malê de pênase dike. 
 
PERSPEKTÎFA AVAKIRINA NÛYÎNÊ
 
Divê jin tev li hilbijartinên bûdçeyê bibin. Me par têkildarî xizantiya jinan de xebatek kir. Weke ku di îstatîstîkan de jî xuya dike, jin weke hêza kar a erzan tê dîtin û di şertên ne bi ewle de tên xebitandin. Li gorî daneyên TUÎK’ê; îstîhdamkirina jinan roj bi roj kêmtir dibe û di meha gulanê de ji sedî 18 ketiye. Di nava salekê de 129 hezar jinên din bêkar mane. Jin gelek caran qala kêmaniya mekanîzmayan dikin û dibêjin ku ji ber ku encamek ji serlêdanên wan dernakeve rastî tundiyê tên û tên qetilkirin. Lê bûdçeyeke ji bo mekanîzmayan bê veqetandin tune ye. Li dijî van pirsgirêkan jî divê em xebatên ji bo mezinkirina bûdçeya zayenda civakî esas digire û pêşxistina wê bidomînin. Dema em nûyînê ava dikin, em ê di encama van nîqaşan de diyar bikin bê ka dê bi perspektîfeke çawa ava bikin.”
 
Piştî axaftinan, komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.