Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan

  • jin
  • 12:26 1 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Ivana Hoffman a YPJ’î diyar kir ku berxwedana Kobanê ku bo destpêka têkçûna DAIŞ’ê, ji bo jinên cîhanê bû destpêka hişyarbûyînê û wiha got: “Kobanê bû sembola vîn û berxwedana jinan.” 
 
Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011’an re, DAIŞ’ê dest bi êrişên xwe kir û tirs û xofeke mezin li seranserî cîhanê belav kir. Êrişa di sala 2014’an de ya li dijî Kobanê, ji bo DAIŞ’ê ku beşeke mezin a Sûriyeyê dagir kiribû bû destpêka têkçûnê. DAIŞ’ê, di 15’ê îlona sala 2014’an de ji sê aliyan ve êrişî Kobanê kir û hewl da şoreşa gelan bifetisîne. Lê belê li rastî yek jê mezintirîn berxwedanên dîrokê hat. Berxwedana gelên Kobanê ku bi mehan berdewam kir, di heman demê de dawiya DAIŞ’ê anî ku bo tevahiya mirovahiyê bûbû tirseke mezin. Kobanê, piştî berxwedaneke dîrokî ku 134 rojan dom kir, di 26’ê çileya sala 2015’an de bi tevahî ji DAIŞ’ê hat paqijkirin. Piştî têkçûna li Kobanê, DAIŞ yek bi yek li hemû bajarên din hate têkbirin. 
 
Ji bo piştevaniya bi berxwedana Kobanê re ku êdî bûbû berxwedaneke enternasyonal, li ser banga kesayetên navdar ên cîhanê, 1’ê mijdarê weke “Roja Kobanê ya Cîhanê” hat ragihandin. 
 
Ivana Hoffman, ji têkoşîna jinên kurd ku pêşengtiya Şoreşa Rojava dikin a li dijî DAIŞ’ê bibandor bû û di sala 2019’an de ji Almanyayê berê xwe da Rojava û tev li refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû. Hoffman, pirsên têkildarî rizgarkirina Kobanê, têkoşîna jinan û paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk” bersivand. 
 
Bi ser rizgarkirina Kobanê re sal derbas bûn. Weke jineke li dijî DAIŞ’ê şer kirî, gelo rizgarkirina Kobanê bo we xwedî wateyeke çawa ye? 
 
Di dema şerê Kobanê de ez hêjta li Almanyayê bûm. Wê demê ji bo piştgiriya bi YPG/YPJ’ê re çalakiyên girseyî dihatin lidarxistin. Hovîtiya DAIŞ’ê wê demê pir baş dihat zanîn û gelek kesan li dijî van êrişên barbar xwe pir bêçare hîs dikirin. Di demekî wiha de şervanên YPJ’ê ji bo her kesî bûn hêvî. Bi taybet jî jinan, şervanên YPJ’ê bo xwe weke mînak dîtin. Van dîmenên şervanên YPJ’ê, Mujeres Lîbres a di Şerê Navxweyî yê Spanyayê yê 1936-1939’an de ji bo şoreşa civakî li dijî faşîzma Franco şer kirî yan jî gelek jinên di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de li dijî Naziyan şer kirin anîn bîra mirovan. Rahiştina çekan a jinan a li dijî faşîzmê, bi bîr xist ku têkoşîna çekdarî ya jinan di dîrokê de winda nebûye û niha dîsa pêkan e.
 
Ji ber vê sedemê jî serkeftina li Kobanê, ji hêlekê ve bo hemû jinên ewropî û cîhanê bû banga hişyarbûnê. Di heman demê de nêrîna oryantalîst a ku jinên Rojhilata Navîn tenê weke kesên di bin zextê de û bêparastin dibîne jî têk bir. Me êdî şerm kir ku vê nêrîna oryantalîst qebûl dikin û bi berxwedana bi pêşengtiya jinan li dijî DAIŞ’ê ku hêzeke dijînsanî ye tê meşandin jî serbilind bûn. Kobanê, li seranserî cîhanê bo gelek kesan bû qonaxeke diyarker. Bi vê wesîleyê jî Şoreşa Rojava ji hêla gelek kesan ve hat naskirin. 
 
Gelo li ser tevlibûna we ya nava têkoşînê jî bandor kir an na? 
 
 
Gelek jinên dilwêrek ên weke Arîn Mîrkan ku nehiştin DAIŞ bikeve Kobanê, ji bo me referansên girîng in. Ji ber vê jî Kobanê, bû sembola vîn û berxwedana jinan. 
 
Bi berxwedana Kobanê re me deste bi lêkolînkirina dîroka jinên YPJ’î kir. Di dema lêkolînê de em bi mîrasa mezin a jinên li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin hesiyan. Her ku lêhûrbûnên me yên derheqê berxwedana jinan a li Kurdistanê zêdetir bûn, di her hûrgiliyê de em hîn bêhtir bi kelecan bûn. Di têkoşîna jinan a li dijî mêtingeriyê de em, bi saya wêrektî û fedekariya jinan a di têkoşîna ji bo azadiya rasteqîn a jinan û civakek azad de hîn bêhtir bihêz bûn. Dema em niha li paş xwe dinihêrin, şerê Kobanê hêj niha jî bo me tevan dibe çavkaniyeke hêzê ya pir mezin. Gelek jinên dilwêrek ên mîna Arîn Mîrkan ku biryar dabûn dê tankên DAIŞ’ê îmha bikin, canê xwe feda kirin û bi vî awayî nehiştin DAIŞ bikeve Kobanê. Ev jin, ji bo me referansên girîng in. Bi vê sedemê jî Kobanê bû sembola vîn û berxwedana jinan. 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin hat dayîn û ev têkoşîn di dîrokê de weke Şoreşa Rojava hat nivîsandin. Weke jineke enternasyonalîst, dema hûn di sala 2019’an de ji Almanyayê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, hûn bi rewşeke çawa re rû bi rû man? Têkoşîneke çawa tê dayîn? 
 
Dema ez di sala 2019’an de hatim Rojava, demekî dirêj bi ser têkbirina xelîfetiya DAIŞ’ê re derbas bûbû. Lê belê bandora wê hêjta jî li welêt, li ser civakê û li ser dilan hebû. Em niha li Kampa Holê bi êrişeke mezin a DAIŞ’iyan re mijûl in û em hêj jî di nava wan hewldanan de ne ku DAIŞ’iyên biyanî yên li kampê li welatên xwe bên darizandin. Her ku kar û bar bi ser û ber dibin û civak li jiyana xwe ya asayî vedigere, gefa DAIŞ’ê jî em dikarin bibêjin ber bi dawiyê ve diçe. Bêguman em nabêjin gefa DAIŞ’ê bi tevahî ji holê rabû. Me gelek hucreyên wan ên veşarî tespît kirin û hêj jî tespît dikin. Her çend ku hebûna fîzîkî ya DAIŞ’ê ya li Rojava tune bibe jî, bandora wê ya psîkolojîk a li ser civakê didome. 
 
We got ku DAIŞ bi tevahî ji holê nehatiye rakirin. Gelo gefên çawa hene? 
 
 
 Weke keseka enternasyonal ku heta niha tu carî gefa dagirkeriyê ya welatekî cîran hîs nekiriye, dema ronahiyên qereqolên Tirkiyeyê yên li ser sînor dibînim, di min de hestekî cuda çêdibe. 
 
Ji roja hatime vê derê heta niha talûkeye herî mezin her tim ji Bakur ve hat anku ji Tirkiyeyê. Dema li Bakur li çiyayan dinihêrî, ronahiyên qereqolên Tirkiyeyê yên li ser sînor dibînî, dizanî ku xetere û gefa tunebûnê her tim pir nêz e. Weke keseka enternasyonal ku heta niha tu carî gefa dagirkeriyê ya welatekî cîran hîs nekiriye, dema ronahiyên qereqolên Tirkiyeyê yên li ser sînor dibînim, di min de hestekî cuda çêdibe. Dema Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin, ez wê demê şervana YPJ’ê bûm. Ji roja hatime vê derê heta niha min her tim şahidiya sûîqestên bi SÎHA’yan, bombebaran, bikaranîna çekên kîmyewî, sîxûr û gefa dagirkeriyê kir. Ev tişt êdî bûn parçeyeke jiyana me ya vê derê. Ev tiştên min di nava çendek salan de tecrûbe kirine, tenê fragmaneke tiştên ev bi sala ye li vir diqewimin. Dibînim ku li kolanên Kobanê li ber dîwarekî bilind zarok ji xwe re dilîzin û li hêla din din a dîwar jî zarokên din bi alayên tirkan dilîzin. Ez hêj nû nû fêm dikim bê ka gefa domdar a mirin û komkujiyê bandoreke çawa li ser civakê dike, bandoreke çawa li ser derûniya mirovên aramî û aştiyê dixwazin dike. 
 
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çima bû hedefa êrişan? Ya ku êriş dikir tenê DAIŞ bû yan fikrek bû? 
 
Em dikarin bibêjin ku yên dixwazin kurdan û Rojava tune bikin ne tenê DAIŞ e. Di halê hazir de gefa herî mezin a li ser şoreşê, Tirkiye ye. Her du jî ne tenê ji bo dagirkirina xakê û desthilatdariyê êrişî Rojava dikin, her du jî dixwazin bîrdoziya ku vê şoreşê pratîze kirî û hêviya dinyayeke cuda ava kiriye, tune bikin. Îcar ne tenê li Rojava, dixwazin li tevahiya Rojhilata Navîn koka vê bîrdoziyê tune bikin. Ez di wê baweriyê de me ku motîvasyona xwe ya ji êrişên li dijî kurdan û daxwaza tunekirina wan jî ji vê digirin. A yekemîn, li gorî min ji ber dîroka dewlemend a ol û manewiyatê ya kurdan, hedef digirin. Têkiliyeke kurdan a pir xurt bi Zerdeştiyê re heye. Civaka êzdî jî ji ber sepanên olî yên qedîm li Şengalê bi taybet jî hedef hat girtin û hat qetilkirin. 
 
Her wiha mijara behsa xeberê pêşengtiya jinan e, YPJ mînaka vê ya herî şênber e... 
 
 
Di mijara avakirina şoreşa jinan û parastina wê de YPJ nûnertiya konsepta tevahiya dike. YPJ, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” diparêze ku di van rojên dawî de em pir dibihîsin. 
 
Tevgera kurd, nûnertiya şêweyê jiyaneke nû û veguherîna civakê ya li ser esasê azadiya jinê û demokrasiyê ber bi dinyayeke nû ve dikir. Şoreşa jinê armanc dike ku hîmên dîrokî yên netewe dewlet û olên sazûmanbûyî yên ji hêla civaka çîndar û pederşahî ve hatine pênasekirin hilweşîne. Em li dijî vê pergala ku li her devera cîhanê zirarê digihîne jin û mirovan têdikoşin. Lewma jî êrişên DAIŞ’ê yên dewleta tirk, raste rast êrişên şênber ên li dijî azadiya jinê ne. Bi ser sûîqesta ku Tirkiyeyê li Silêmaniyeyê li dijî Nagihan Akarsel pêk anî re hêjta mehek derbas nebûye. YPJ li dijî vê têdikoşe. YPJ hêzeke wisa ye ku ji bo azadiya jinan û civakê alternatîfeke şênber raber dike û diparêze. YPJ, barê ku sermaye, pederşahî û olperestî li civakê bar dike radike, rêya jiyaneke li ser esasê demokrasiyeke rasteqîn û ekolojîk vedike, alternatîfeke şênber ku dike jin xwe azad bikin pêş dixe û ew hêze ku vê alternatîfê diparêze ye. YPJ ne tenê yekîneyeke leşkerî ye, di mijara avakirina şoreşa jinan û parastina wê de YPJ nûnertiya konsepta tevahiya dike. YPJ, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ku niha em li Rojhilat pir zêde dibihîsin dijî û diparêze. 
 
Li dijî êrişeke wiha, sedemên ku dike jin pêşengtiya vê têkoşînê bike çi ne? 
 
Di şerê li dijî DAIŞ’ê de jin, li dijî zextên dîrokî têdikoşiyan. DAIŞ, nûnertiya her tiştên ku bi hezaran sala ye li Rojhilata Navîn jinan dikin kole dike û jinên ku pêşengtiya vê têkoşînê dikin jî di dawiya dawî de gotin êdî bes e û ev yek bi awayekî şênber nîşan dan. Jinan careke din hêza xwe bi dest xist. Di mijara bidestxistina azadiya xwe de şerê jinan ê li dijî DAIŞ’ê kir ku dîsa bi rola xwe ya çalak rabin. Rahiştina çekan a jinan ya di nava vê civakê de, terikandina malbatên xwe, ketina wan a şer, gaveke radîkal û şoreşger bû. Ji hêlekê ve jin li dijî dijmineke ku bi awayekî vekirî hewl dide xaka wan dagir bike şer dikin, li hêla din jî li dijî fikrekî ku DAIŞ nûnertiya wê dike û civaka wan dirizîne û paşve dihêle şer kirin. Li dijî pederşahî û kevneperestiya ku pir zêde heye şer kirin. Dema ku jinan li dijî DAIŞ’ê şer dikir, di heman demê de li dijî rolên nasnameyê yên li wan dihatin ferzkirin jî şer kirin. 
 
Ya ku di vê mijarê de bo jinan bûye çavkaniya hêviyê çi bû? Têkbirina DAIŞ’ê ji bo jinan bû destpêkeke çawa? 
 
Têkbirina DAIŞ’ê destpêkek nîne, berdewamiya têkoşîna azadiyê û gaveke di têkoşîna azadiyê de bû. Têkildarî rola parastina rewa ya jinan her çend ku gelek agahî li ber dest nebin jî, li seranserî dîrokê jin her tim li dijî pergala baviksalar ku ew bêparastin hiştibûn têkoşiyan. Bi taybet jî tişta ku kir jin li Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de pêşengtiyê bikin, di esasê xwe de rabûrdû û dîrokeke qedîm bû. Di dîrokê de gelek jinên kurd li dijî tehekûmê rahiştine çekan û têkoşiyan e. Weke mînak; Serokeşîra Eşîra Maraşê Fata Reş di Şerê Kirimê yê sala 1845’an de fermandariya tabûreke ji 300 leşkeran kir, di Serhildana Qoçgiriyê ya di sala 1921'an a li dijî Osmaniyan de Zarîfe Xanim li gel hevjînê xwe şer kir, di Serhildana Dêrsimê de Besê tevî hevjînê xwe Seyîd Riza şer dikir... Dema Besê şer dikir, guleyên wê xelas dibin. Weke çareya dawî xwe bi keviran diparêze û ji bo ku nekeve destê dijmin, xwe di zinarekî de diavêje xwarê. 
 
 
 Mirov dikare bibêje ku têkçûna DAIŞ’ê ji bo gelek jinan ji hêlekê vî gava destpêkê bû. Vê serkeftinê kir ku jin dîroka xweparastina xwe hîn bibin û ji bo jiyaneke nû bû destpêkek. 
 
Dema em dîroka xweparastinê ya jinên kurd esas digirin; dibînin ku di têkbirina xîlafeta DAIŞ’ê ya li Rojava, di mafê tayînkirina pêşeroja xwe ya kurdan û di dîroka têkoşîna jinan de bû gaveke girîng. Di vî şerî de jinên kurd ne tenê bi domandina têkoşîna dîrokî re bisînor man, di heman demê de li dijî wehşeta zor a DAIŞ’ê ya li dijî jinan jî şer kirin. Bêguman jinên tev li vî şerî bûyîn bi tevahî hakimên dîroka xwe nebûn û ya ku ew motîve dikirin jî ev nebû. Mînak, gelek jinan ji bo dawiyê li wehşeta di bin rêveberiya xîlafetê de li jinan dihat kirin bînin, têkoşiyan. Tu mirov, tu civak û tu zindî bêyî xweparastinê nikarin bijîn. Lewma jî nedibû ku ev jin bêparastin bihatina hiştin. Lewma mirov dikare bibêje ku têkçûna DAIŞ’ê ji bo gelek jinan ji hêlekê vî gava destpêkê bû. Vê serkeftinê kir ku jin dîroka xweparastina xwe hîn bibin û ji bo jiyaneke nû bû destpêkek. 
 
Weke ku we jî berê gotibû, jinên li Rojava tenê şer birêve nebirin, di heman demê de jiyaneke nû jî ava kirin. Tê gotin ku jiyana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin dikare ji bo hemû cîhanê bibe modêlek. Gelo jiyaneke çawa hat avakirin? 
 
Jinên ku pêşengtiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dikirin, ne tenê ew jinên ku çekan bi kar tînin û di vê oxirê de jiyana xwe feda dikin in. Bêguman gelek jinên dilwêrek di vî şerê fîzîkî de stratejiyên qehreman pêş dixin, şer dikin, birîndar dibin û dimirin. Lê belê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, di heman demê de têkoşîneke li dijî zîhniyeta wan, îdeolojiya wan û hîmên baweriya wan bû. Ev yek jî tê wê wateyê ku jin neçarin di nava jiyana civakê de têbikoşin û li dijî bîrdoziya ku kuştin û mirinê pîroz dibîne, jiyanê ava bikin. 
 
Kurdên beriya şoreşê yên di bin zexta rejîma Beasê de ne tenê ji bo nasname û hebûna xwe, jin ji ber jinbûna xwe jî neçar man ku li dijî gelek zehmetiyan têbikoşin. Kevneşopiyên pederşahî û çanda olê ya dogmatîk, ji hêla civakî, aborî, polîtîk û çandî ve her tim jin tepisandin. Dema li rastî îstîsmara nava malê û tundiyê dihatin, li gel welayeta zarok, ji tevahiya mafên xwe yên qanûnî bêpar hatibûn hiştin. 
 
Piştî ku tevgera jinan a Rojava di sala 2005’an de di bin sîwana Yekitiya Star de hate ba hev, ev rewş jî guherî. Ji ber zextê rejîma Beas, jinan xwe bi awayekî veşarî birêxistin kir û xebatên xwe meşandin. Vê yekê jî kir ku heta rojên şoreş pêk hatî, bingeha herî xurt a têkoşîna jinan saz bikin. Niha li şoreşa jinan a Rojava di nava her avadaniyeke civakî de jin xwe bi awayekî taybet birêxistin dikin û ev jî encama wê ye. Weke mînak; di pergala edaletê û siyasetê de, di qada aboriyê, qada çand-hunerê, dîplomasî û hwd. de avadaniyên jinan ên xweser hene. Bêguman di qada parastina rewa de jî artêşa jinan, YPJ heye. Yekitiya Star, di çarçoveya feraseta Konfederalîzma Demokratîk de veguherî Kongreya Star ku sîwana hemû saziyên jinan ên ku rêgezên Konfedaralîzma Demokratîk qebûl dikin e. Her wiha pergala heverokatiyê heye. Di vê pergalê de tişta esas tê girtin ew e ku li gel her peywirdarekî zilam ê di nava Rêveberiya Xweser de, jineke di heman pozîsyonê de hebe. Vê yekê kir ku nûnertiya wekhev çêbibe û di qadên ku ji dîrokê ve weke qadên mêran dihatin dîtin de hevsengiyek çêbibe.
 
Min ev pergal bi taybet jî li Mala Jinê dît ku li her bajar û navçeyên mezin heye û ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û alîkariya bi wan re tevdigerin. Ji mijarên îstîsmarê heta ya hevberdanê, ji pirsgirêkên nava malê heta yên madî, Mala Jinê bi her pirsgirêkan re eleqedar dibe. Pêşniyaran dike, destwerdanê dike û heta li dijî zewacên zarokan û polîgamiyê jî qanûnan têxe meriyetê. Avadaniyên bi vî rengî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweserbûneke civakî, aborî, siyasî û çandî daye jinan û bandoreke erênî li ser civakê kiriye. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 20 salan ked da Sûriyeyê. Hem di şoreşa jinan de û hem jî di avakirina jiyana nû de bandoreke çawa ya paradîgmaya “azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk” a Abdullah Ocalan heye? 
 
 
 Paradîgma û fikrên Ocalan, bingeha avakirina jiyana nû ya li Rojava ye. Rojava li ser hîmê rizgariya jinan, konfederalîzma demokratîk û ekolojîk mezin dibe û di cewhera xwe de jî li ser van rêgezan dixebite. 
 
Paradîgma û fikrên Ocalan, bingeha avakirina jiyana nû ya li Rojava ye. Rojava li ser hîmê rizgariya jinan, konfederalîzma demokratîk û ekolojîk mezin dibe û di cewhera xwe de jî li ser van rêgezan dixebite. Paradîgmaya Abdullah Ocalan, di dema lêkolînkirina dîroka şoreşên sosyalîst, şêweyên civakên demokratîk û rastiya gelê Kurdistanê de hatiye avakirin. Gelê Rojava paradîgmaya Ocalan ne tenê weke rêyekê dibîne, di heman demê de weke mînakeke li herêmên din ên Kurdistanê hatiye ceribandin bi kar tîne. Paradîgmaya Ocalan tenê li Rojava nehat sazkirin, her wiha di qadên cuda yên têkoşînê de jî xwedî rabûrdiyeke dirêj e. Ocalan, demekî pir zû ya beriya şoreşa Rojava ketibû Îmraliyê lê belê rêberê fikrî yê vê şoreşê ye. Wî ev paradîgmaye, li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdê de afirand. Pergala Rojava xwe dispêre pêşniyar û analîzên wî. Her çend ku rêveberiya xweser xweser jî be, hûn nikarin Rojava ji Abdullah Ocalan an jî têkoşîna azadiyê ya kurd cuda bikin. 
 
We bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û got ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gef û xetere ne. Gelo armanca Tirkiyeyê çi ye? 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava ji gelek aliyan ve berdewamiya êrişên DAIŞ’ê ne. DAIŞ hêj niha jî bi saya hêz û alîkariyên Tirkiyeyê dijî. Rabûrdiyeke pir dirêj a hevkarî û şirîkatiya wan heye. Her du jî bi sedemên dişibin hev êrişî kurdan dikin. Dixwazin jiyana nû, nasname, xeyalên şoreşgerî û jiyana li Rojhilata Navîn tune bikin. Her du alî jî dixwazin ku gelê kurd qir bikin û dawî li şoreşa jinan bînin. 
 
Dîrok û rabûrdiyeke dijminatiya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan heye. Kurd, her tim bo tirkan bûne hedef. Erdogan ji bo dagirkirina Rojhilata Navîn li pey pêkanîna xeyalên xwe yên faşîst ên Neo-Osmanî ye. Pêşniyar û armanca Abdullah Ocalan û Rêveberiya Xweser a konfederalîzma demokratîk, jiyana bi hev re ya ewqas gelan, berevajî xeyalên wî yên faşîst in. DAIŞ’ê jî dixwest bi heman awayî netewe dewleteke îslamî ava bike. Gelek delîlên şenber hene ku DAIŞ û Tirkiyeyê di dijbertiya şoreşê de li hev kirine. 
 
Bandorên wan a li ser herêmê çi ne? 
 
Em dibînin ku bermahiyên DAIŞ’ê li herêmên Rojava yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de pir bi liv û tevger in. Em dibînin bê ka di mijara binpêkirina azadiya jinê û mafên mirovan de DAIŞ û Tirkiye di nava konsensûseke çawa de ne. Bi dehan delîl hatin parvekirin ku di dema êrişa li dijî Rojava de DAIŞ’ê ji Tirkiyeyê alîkarî girtiye. Her çend ku di vê mijarê de gelek mînak hebin jî, di destpêka îsal de hewldanek çêbû ku DAIŞ’ê li Girtîgeha Hesekê dîsa zindî bikin. Liv û tevgereke wan çêbû û hêzên me yên herêmî jî li dijî wan ketin nava liv û tevgerê. Hêzên me yên ku ji Til Temirê ber bi girtîgehê ve hatin sewqkirin, di rê de bûn hedefa balafirên bêmirov ên dewleta tirk. Gelek mînak û delîl hene ku Tirkiye raste rast piştgiriyê dide çalakî û dagirkeriya DAIŞ’ê ya li dijî Kurdistanê. 
 
Jixwe êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêj niha jî berdewam in. Gelo dê bikare encamekî ji van êrişan bigire? 
 
 
Ev ruh li her deverê berbelav bû û dê bi hêza hemû jinên cîhanê bersiva hewldanên êrişên Tirkiyeyê yên li dijî jinên Rojava bê dayîn. 
 
Ev têkoşîna li dijî êrişên Tirkiyeyê tê dayîn, ji bo şoreşa jinan a li Rojava pir girîng in û tenê ji hêla jinên YPJ’î ve nayê birêvebirin. Bi hezaran jinên li her devera Kurdistanê bi qasî ji destê wan tê pêşengtiya vê têkoşînê dikin. Di têkoşîna siyasî de jî jin di heman demê de bi roleke sereke dilîzin. Mînaka vê ya herî xweşik jî Hevrîn Xelef bû ku beriya ji hêla Tirkiyeyê ve bê qetilkirin di nava civakê de kesayeteka xurt bû. Bi vî awayî, hejmara jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peywira parastinê li xwe digirin zêdetir bû. Her wiha tevahiya jinan, ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk nayên. Ji her devera Kurdistanê, ji Rojhilata Navîn û her devera cîhanê jin ji bo parastina şoreşa jinan a enternasyonal, ji bo şer û xebata di bin sîwana wê de berê xwe didin vê derê. Piştevaniya jinan a li her çar aliyên cîhanê û libakirina alayên YPJ’ê ya di van çalakiyên piştevaniyê de nîşan dide bê ka şoreşa jinan ji bo jinên cîhanê hêviyeke çiqas mezin afirandiye. 
 
Di têkoşîna li dijî her cureyên êrişan ên li dijî xaka vê şoreşê, gelê wê, şêweyê jiyana wê, bîrdozî û nirxên wê de jin dê pêşengtiyê bikin. Li dijî van zextan her tim cara ewil em ê xwe biparêzin û destkeftiyên xwe yên heta îro dê biparêzin. Em ê destûrê nedin ku Tirkiye hîn bêhtir tiştên me ji me bistîne. Teqez dê jin bi heman ruhê Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û hêj gelek jinên din ên leheng têbikoşin û pêşengtiya têkoşînê bikin. Lê belê Ev ruh li her deverê berbelav bû û dê bi hêza hemû jinên cîhanê bersiva hewldanên êrişên Tirkiyeyê yên li dijî jinên Rojava bê dayîn. 
 
MA / Gozde Çagri Ozkose