Komcivîna Stargeh û Şêwirmendiya Jinan bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir

  • jin
  • 12:18 12 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - 25'emîn Komcivîna Stargeh û Şêwirmendiya Jinan/Navendên Hevgirtinê di mazûvaniya navçeya Sûra Amedê de bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kir. 
 
Bi mazûvaniya Amedê 25’emîn Komcivîna Stargehên Jinan/Navendên Şêwirmendiyê li hotêlek Sûrê dest pê kir. Komcivîna wê heta 14'ê mijdarê berdewam bike. Komcivîna ku bi hevkariya Komeleya Jinan a Rosayê û Weqfa Mor Çatiyê tê lidarxistin,  li gel akademîsyen, rêxistinên jinan û aktîvîsên ku cih digirin bi giştî 300 jin tev li bûne. Di komcivînê de li ser mijarên wek malbat, tundiya zayendî, sûcên li dijî zarokan, polîtîkayên şerê taybet, gihîştina edaletê ya jin û zarokan û gelek mijarên din dê nîqaş bên kirin. 
 
JÎNA EMÎNÎ Û NAGIHAN AKARSEL HATIN BIBÎRANÎN 
 
Axaftina destpêkê ya komcivînê ji aliyê Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya ve hat kirin. Kaya di destpêkê de li ser navê jinên kurd hemû jinên tev li komcivînê bûne slav kir û got: “Em hêvî dikin ku ev 25’emîn komcivîn têkoşîna me berfirehtir bike. Em carekedin dibêjin ‘jin, jiyan, azadî.’ Bi taybetî li Îranê serhildana jinan ku dest pê kiriye slav dikim. Ez beriya dest bi axaftinê bikin Jîna Amînî û Nagîhan Akarsel bi bîr tînim.
 
‘TÊKOŞÎNA JINAN BI SERHILDANEK MEZIN DIDOME' 
 
Kaya destnîşan kir ku li cihanê û welat polîtîkayên tundiyê gelek zêde bûne û wiha domand: “Bi fesihkirina Peymana Stenbolê re êrîşên xwe zêde kirin. Lê li gel van hemû êrîşan rêxistinên jinan, komele û jinên fêmînîst têkoşînek mezina didin. Li aliyekî têkoşînek tê dayîn li aliyê din jî zextên darazê  polîsan jî berdewam dikin.  25’emîn Komcivîn ji bo me bû komcivînek bi tecrûbe. Bi salan e ji bo komcivînê jinên ku ked dane slav dikim.”
 
DÊ LI SER POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET NÎQAŞ BIKIN 
 
Kaya anî ziman ku gelek cureyên tundiyê hene û ji ber vê yekê têkoşîna jinan jî guheriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê çarçoveyê de em ê têkoşîna xwe bikin yek û çawa têkoşînek hevpar pêş bixin biaxivin.  Îro li vêderê jinên ciwan hene. Ji bo wan jî ji bom e jî ev komcivîn gelek qedir qîmete. Em ê îsal li ser polîtîkayên cuda yên dewletê biaxiavin. Em ê li ser ku ev polîtîqa çawa bandorê jinan dikin, desthilatdariya di nava malbatan û polîtîkayên tundiyê yên deweltê nîqaşa bikin. Ev mijar ji bo me gelek girîng in. Têkoşîna jinê bi serhildanek mezin berdewam dike. Em hêvî dikin ku mekanîzmayên azadiya civakî zêde bibin û em ji we hemûyan re spas dikin.”
 
Piştî axaftina Kaya jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir.
 
Komcivîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.