Li dijî rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hewldanên ‘taybet’

  • jin
  • 11:21 14 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Rojnameger Habîbe Eren ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku prîzên li qada hevpar naxebitin û rêveberiya girtîgehê ji bo takekeseyîkirina rojnamegeran di nava hewldanên taybet de ye. 
 
Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên Ma’yê Bêrîvan Altan û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn binçavkirin û piştre jî hatin girtin. Rojnamegerên ku niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, têkildarî binpêkirinan agahî dan. 
 
Rojnameger Habîbe Eren di hevdîtina bi parêzerê xwe re de diyar kir ku prîz naxebitin lewma nikarin televîzyonê li qada hevpar bi kar bînin û ev agahî dan: “Em 5 rojnameger li qawîşa F-2’yê tên ragirtin û prîzên li qada hevpar naxebitin. Lewma jî em neçar man ku televîzyonê deynin odeya hevalekê. Me ev pirsgirêk parve kir lê heta niha jî çareser nekirine.” 
 
Bi domdarî Eren, destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê ji bo takekeseyîkirina rojnamegeran di nava hewldanên taybet de ye.