Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan

  • jin
  • 13:02 14 Mijdar 2022
  • |
img
ÎZMÎR – Endamên KGB’a Îzmîrê diyar kirin ku dê li dijî tundiya ser jinan dakevin qadan û bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê aşkera kirin. 
 
Jin Bi hev re Bihêz in (KGB) a Îzmîrê têkildarî bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daxuyanî da. 
 
Li ser navê KGB’ê Mehtap Alîşan daxuyanî xwend û wiha got: “Krîz, xizanî û birçîtiya li seranserî cîhanê roj bi roj zêdetir dibe û ev krîz li Tirkiyeyê bêhtir tê hîskirin. Hemû aliyên civakê ji hêla xizaniyê ve hatine dorpêçkirin. Bêguman di vê konsepta êrişê de para herî mezin bo jinan dimîne. Di vê çarçoveyê de demek berê piştî ku rastiya bikaranîna çekên kîmyewî derket holê, desthilatdariyê ji ewil hewl da veşêre û piştre jî Şebnem Korur Fîncanci û nûçegihanên JINNEWS û MA’yê ku di nav de gelek jinên kedkar hebûn, girt. Di sûcên li dijî jinan de faîl tên berdan. Peymana Stenbolê hat betalkirin. Me jî li dijî her cureyên êrişan ên li ser xwîşkên xwe,  bi serhidalana xwe bersiv da û em ê bidin. Bi hêviya berxwedana ku li Îranê dest pê kirî û niha li cîhanê belav dibe, em jî dê dirûşmên xwe berz bikin. Li dijî kesên xwîşka me Parêzer Aryen Tûran hedef nîşan dayîn û êriş kirin, em ê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li qadan bin.” 
 
BERNAMEYA 25’Ê MIJDARÊ
 
Alîşan, diyar kir ku dê di 25’ê mijdarê de bi serhildana xwe ya jin ve li kolanan bin û wiha qala bernameyê kir: “Di 21’ê mijdarê roja duşemê saet di 19.00’an de dê li hemberî Îskele ya Karşiyakayê çalakî bê lidarxistin, di 25’ê mijdarê roja înê saet di 18.30’an de dê bi pêşengtiya Platforma Jinan a Îzmîrê li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê kom bibin.”