‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’

  • jin
  • 15:06 15 Mijdar 2022
  • |
img
RIHA - TJA’yê li Rihayê dest bi xebatên 25’ê Mijdarê kir û banga mezinkirina têkoşîna li hemû jinan kir. Aktîvîstên TJA’yê diyar kirin ku kesek nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Rihayê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî daxuyanî da. Daxuyanî, li Taxa Kaplan a navçeya Eyyubiye ya Rihayê hat dayîn û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî faşîzmê û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e” û dovîzên “Êrişa li dijî zanista jinê, êrişa li dijî mirovahiyê ye” û “Jin, jiyan, azadî” hatin vekirin. 
 
'SEDSALA 21’EMÎN DÊ BIBE SEDSALA JINAN’ 
 
Di çalakiyê de wêneyên Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel ku li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê hatibû qetilkirin hatin hildan. Daxuyanî, ji hêla aktîvîsta TJA’yê Hamîde Goktaş ve hat xwendin. Goktaş, da zanîn ku keda jinan ji hêla polîtîkaya şerê taybet ve tune tê hesibandin û wiha got: “Keda wan tê xwarin. Weke TJA’yê em dibêjin ku têkoşîna jinan a enternasyonal, mezintirîn hêze ku dê azadiya jinê û azadiya civakê pêk bîne. Bi esasgirtina jiyana azadîxwaziya jinê re civak dikare ji tundiyê bê dûrxistin û bi vê bîr û baweriyê banga me ji bo hemû jinan ew e ku bi ruhê 25’ê Mijdarê bexwedan û têkoşîna xwe mezintir bikin. Soza me ew e ku kesek nikare pêşî li ber têkoşîna azadiya jinê bigire.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.