Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!

  • jin
  • 13:41 18 Mijdar 2022
  • |
img

AMED - Malbata Meryem Sevîm ku berî 6 rojan hatibû qetilkirin bertek nîşanî negirtina kujer Mûsa Sevîm da û da zanîn ku ewlehiya canê wan tune ye. Parêzera malbatê Asya Cemre Işik da zanîn ku kujer sîxûreke ku ji hêla emnîyetê ve tê bikaranîn. 

 
Meryem Sevîm a 21 salî di 12'ê cotmehê de li navçeya Payas a Amedê dema li kafeyekê rûdinişt di êrişeke çekdarî de birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da. Kujer Mûsa Sevîm (24) piştî cînayetê reviya. Ji ber ku dozger ji bo dosyayê biryara nepeniyê da ye û têkildarî cînayetê heta niha 2 kes hatine girtin lê belê kujer Mûsa Sevîm hê nehatiye girtin. Xwîşka Sevîm, Rozerîn Sevîm û xwîşka wê ya mezin Hulya Kûrmûş xwestin ku bûyer demildest were rônikirin. 
 
‘TETÎKKÊŞ DEWLET E’
 
Rozerîn Sevîm destnîşan kir ku faîl li derve ji xwe re digere û têkildarî roja bûyerê ku hevaleke wê jê re gotiye, ev tişt gotin: “Xwîşka min bi hevaleke xwe re li kafeyê rûdinişt. Mûsa Sevîm hat cem xwîşka min û li gel berê demanceyê dide xwîşka min jê re dibêje ‘Tu dê bi min re bizewicî.’ Xwîşkan min jî jê re dibêje ‘Ez bimrim jî bi te re nazewicim.' Li ser vê yekê kujer xwîşka min dide ber guleyan û wê dikuje. Ger xwîşka min tiştên ku hatiye serê wê ji me re bigota dê ev tişt nehatana serê wê. Rayedar dengê me nabihîsin. Wek kujerên din dê ev ji serbest bigere ji xwe re. 6 roj derbas bûn, hê jî li derve ye. Piştî ku kujer reviya, hûn nikarin bigirin. Divê rayedar wî peyda bikin. Bila dewlet xwe ker û kor neke. Bila kujer bi cezayê herî giran bê cezakirin da ku berdewamiya van tiştan neyê. Dewletê ew kes xist nava me. Dewlet tetîkkêşê van qetlîaman e.”
 
‘DEWLET LI BENDA ÇI YE’
 
Xwîşka Meryem Sevîm, Hulya Kûrmûş jî da zanîn ku kujer Mûsa Sevîm ev demekî dirêj bû gef li xwîşka wê dixwar û wiha domand: "Xwîşka min nedixwest pê re bimîne. Li gel ku Mûsa dihat redkirin jî ji xwîşka min re digot ‘Dê bi min re bizewicî.’ Çawa dibe ku kujêr hê li derve ji xwe re digere. 6 roj derbas bûn hê tiştek nayê kirin. Dewlet çi dike, li benda çi ye?”
 
‘BÊDENG NEMÎNIN, BIAXIVIN’
 
Kûrmûş, diyar kir ku faîl Mûsa Sevîm demekê berî niha hatiye li ber şaneşîna mala wan û bi çeka xwe gule teqandine û ev agahî dan: "Hefteyek beriya niha ji bo tirsandinê hatibû û bi demanceya xwe gule teqandibû. Xwîşka min ji tirsa nedihat malê. Sabiqeya malbata kujer jî berfireh e û birayê wî jinek kuştiye. Kî vî diparêze? Digot ku ‘Destê min dirêje, dê her awayî xwe bigihînim we.' Bila êdî dengê me bibihîsin. Divê hinek destwerdanê li vê mijarê bikin. Heke dewlet cezayê nede kesên wiha, dê hêjta gelek jin bên kuştin. Divê em bêdeng nemînin, kî çi dizane bila biaxive.”
 
BÊCEZAHIŞTIN
 
Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Asya Cemre Işik ku di heman demê de parêzera malbatê ye destnîşan kir ku rojek piştre li ser çapemeniyê haya wan ji cînayetê çêbûye û wiha got: "Me bi awayeke demildest bi dozgerê dosyeyê re hevdîtin pêk anî. Mûsa Sevîm, di heman demê de îtîrafkareke ku ji hêla emniyetê ve tê bikaranîn. Ji bo ku tu kêmaniyên dosyeyê nemînin, em ê hewldanên xwe bidomînin. 6 roj derbas bûn û bêcezahiştin, tirsa malbatê zêde dike. Ji bo ku hemû faîlên vê cînayetê bên girtin û cezayên heq kirine li wan bê birîn, çi bikeve ser milê me, em ê pêk bînin."
 
MA / Zerrîn Sargût