Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn

  • jin
  • 14:54 18 Mijdar 2022
  • |
img
AMED – Platforma Jinan a Dîcle Amedê û pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê ji jinên girtî re kart şandin û bi vê yekê starta çalakî û xwepêşandanên 25’ê Mijdarê dan. 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê û hevparên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê li ber avahiya PTT'ê ya Navçeya Rezanê ya Amedê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de hatin gel hevû starta çalakiyan dan. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de pankarta "Jin, jiyan, azadî" hat vekirin. Li ser navê jinan, ji parêzerên Baroya Amedê Îrem Yildiz daxuyanî xwend. 
 
Îrem Yildiz,  Xwîşkên Mîrabal ên hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Li ku derê dinyayê dibe bila bibe, em hemû jinên têdikoşin silav dikin. Em ê çalakiyên xwe hefteyekê bidomînin û me bi şandina qertan a ji bo jinên girtî re jî starta çalakiyên xwe da.”
 
Yildiz, di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û ragihand ku polîs û leşker tên parastin. Her wiha Yildiz da zanîn tê xwestin çavê jinan bitirsînin û got wê tevî hemû zextan têkoşîna xwe ya li qadan bidomînin û dengê xwe bilind bikin. Her wiha got wê jin dev ji azadiya xwe bernedin. 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana jinan", "Jin, jiyan, azadî", "Nagihan Akarsel rûmeta me ye" û "Em bêdeng nabin" bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê qert ji jinên girtî re hatin şandin. 
 
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
 
Bernameya 25'ê Mijdarê ya Amedê wiha ye: “Di 19’ê mijdarê roja înê saet di 12.00’an de piştî serdana Dayikên Aştiyê dê li Parka Koşuyoluyê belavok bên belavkirin.  Di 20’ê mijdarê roja yekşemê saet di 17.00’an de dê li avahiya KASED’ê Nagihan Akarsel û Jîna Emînî bên bibîranîn. Di 21’ê mijdarê roja duşemê de biçin serdana atolyeya tekstîlê. Di 24’ê mijdarê roja pêncşemê saet di 11.00’an de dê li ber Edliyeya Amedê biçin serdana Nobeta Edaletê. Di 25’ê mijdarê roja înê saet di 12.30’an de dê li Baroya Amedê Rapora Tora Tundiyê bê xwendin. Di 25’ê mijdarê roja înê saet di 17.00’an de dê meş were lidarxistin.”