Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin

  • jin
  • 16:38 18 Mijdar 2022
  • |
img

RIHA – Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê bi serdana Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar da ku 620 roj in didome. Di serdanê de jinan got ku ji Mîrabalan ta Emîne Şenyaşaran, dê têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bikin. 

 
Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî bi serdana Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku 620 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê didome, da. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl jî tev li daxuyaniyê bû û endamên KESK’ê yên ji bajarên derdorê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û endamên Platforma Jinan a Rihayê jî piştgirî dan. 
 
Di daxuyaniyê de jinan pankarta “Em xwedî li tayê pora xwe, mafên xwe û azadiya xwe derdikevin û berxwedana xwe mezin dikin” hate vekirin. 
 
Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl axivî û da zanîn ku dê li dijî her cureyên tundiya li jinan tê kirin têbikoşin. Yeşîl, bi lêv kir ku dayika Emîne Şenyaşar ev 620 roj in li dijî tundiya “mêr-dewlet” têdikoşe û wiha bi dawî kir: “Dê di hefteyên pêş de jin li her kolan û qadan li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin. Îro li pêşiya Edliyeya Rihayê di şexsê Emîne Şenyaşar de bêedaletî û bêhiqûqiyeke mezin tê kirin. Em dibêjin ku xwedî li vê dozê derdikevin. Têkoşîna li dijî zaliman her tim bi ser ketiye. Hewl dana me ew e ku deng û qêrîna Xwîşkên Mîrabal ku 62 sal berê ji hêla dîktatoriya faşîst ve hatibûn qetilkirin û yê dayika Emîne Şenyaşar bikin yek. Jin tu carî bêden nebûn, teslîm nebûn û serî netewandin. Bi gotina dayika Emîneyê em jî dibêjin ‘êdî bes e.’ Em ê têkoşîna wekhevî, edalet û azadiyê ya vê xakê roj bi roj mezintir bikin.”
 
Piştî axaftina Yeşîl, metna 25’ê Mijdarê ya Meclisa Jinan a KESK’ê ji hêla Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher ve hat xwendin. Dayika Emîne Şenyaşar jî xwest ku êdî zilm bi dawî bibe. 
 
Daxuyanî, bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadi" û “Bijî têkoşîna jinan” bi dawî bû.