Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye

  • jin
  • 09:02 19 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Ji Sakîne Kulturê ku di 15'ê Gulanê de ji aliyê Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve hatibû qetilkirin, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye.
 
Li navçeya Sîlopiyayê ya Şirnexê di 15'ê Gulana 2022'yan de dayika 2 jê astengdar 5 zarokan Sakîne Kultur, ji aliyê Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, piştre hatibû şewitandin û cenazeyê wê li nêzî bajaroka Tilqebînê di çopê de hatibû dîtin. Li dû Kulturê, tenê wêneyên wê yên bi dîwarê malê ve daliqandî ji zarokên wê re maye.
 
Sakîne Kultur, di sala 1980'yî de li gundê Çûbûklû yê girêdayî navçeya Ebex a Wanê hatiye dinê. Kultur, di 14 saliya xwe de bi darê zorê hatiye zewicandin. Jiyana Kulturê ku di zarokatiya xwe de hatiye zewicandin, wekî fîlmekê ye. Malbata Kûltûr, gava ji bo xwestina Sakineyê diçe gundê Çûbûklûyê yê Ebexê, li şûna kesê ku wê bi Sakîneyê bidin zewicandin, birayê wî kesî bi xwe re dibin û jê re dibêjin ku kesê dê pê re bizewicî ev e. Lê gava Kulturê dibin Sişopiyayê, kifş dibe ku kesê dê pê re bizewicînin aqilê wî ne temam e. Çendî Sakîne li ber vê vê yekê radibe jî, lê her du malbat jî guh li bertekên wê nakin û bi vî awayî tê zewicandin. 
 
KURÊ WÊ DI 15 GULANÊ DE BIRÎNDAR BÛ, EW JÎ DI HEMAN ROJÊ DE HAT QETILKIRIN
 
Di 15’ê Gulana 2016’an de li Silopiyayê di dema qedexeyên derketina derve de kurê wê Kerem ê 8 salî, dema bi hevalên xwe re li kolanê dilîze mayinek pê diteqe û û tevî 4 hevalên xwe bi giranî birîndar dibe û ji wan yek jê jiyana xwe ji dest dide. Ji ber teqînê nigekî Kerem ji seqet dibe. Ew jî di salvegera seqetbûyîna kurê xwe de, ji aliyê heman hêzan ve tê qetilkirin. Sakîne ku ji zarokên xwe re hem dayiktî û hem jî bavtiyê dikir, ji bo ji xwe re xanî bikire paqijiya nava malan dike. Bi vî awayî hema debara mala xwe dike hem jî zarokên xwe xwedî dike. Lê piştî ku mayin bi kurê wê de diteqe, dibêje "Ev kolan dê her tim qîrîna zarokên min bîne bîra min" û mala xwe ji wê taxê bar dike. Lê piştî Sakîne tê qetilkirin zarokên wê ji bêgavî cardin diçin xaniyê xwe yê berê.
 
Li vir em rastî kurê wê Kerem ê ku li kolanê bi gogê dilîze hatin. Dema em çûna mala ku Sakîneyê, me dît ku li wêneyê wê li odeya zarokan hatiye daliqandin. Dema me ji jintiya wê Kumriyê pirsî "Gelo ev Sakîne ye?" Kûmriyê got, "Erê, zarokên wê naxwazin wê ji bîr bikin. Ji wê, ev wêneyê bi dîwêr be ji zarokên wê re maye."
 
Jintiya Kulturê, Kumrî Kultur qala Sakîne û serpêhatiya wê kir.
 
'SAKÎNE 2 CARAN HAT QETILKIRIN'
 
Kumrî Kulturê diyar kir Sakîne bi şev û roj ji bo debara zarokên xwe bike dixebitî û wiha got: "Dema ev yek hat serê wê, ew ne li vê malê bû. Piştî ku ew bûyer qewimî, zarokên wê ji wir derketin, nexwest li wir bimînin. Sakîne ji bo min ji hevalekî wêdetir bû; wekî xwîşkekê, hevalekê bû. Ev 6 sal in ez wekî bûk hatime vê malê, lê min kesek wekî wê nedît. Ew ji min re hevalek bû. Dema ew hat qetilkirin, em jî hatin qetilkirin. Ez bi mirina wê re gelek xemgîn bûm. Bi qasî ku min ji wê re derdê xwe digot, wê ji min re nedigot. Her tim rûken bû. Hundurê wê çi qasî bişewitiya jî dikeniya. Wê di vê malê de, gelek tişt dîtin. Di vê malê de qet ji wê re hurmet nebû. Di dema qedexeya li Silopiyayê de kurê Sakîneyê yê bi navê Kerem ê 9 salî, gava li kolanê bi hevalên xwe re lîstik dilîst, mayinek pê de teqiya. Wê demê wê ev zilam nas kir. Vî zilamî jê re got, 'Ez ê tazmînata zarokê te bistînim.' Paşê, wî tezmînat stand, meaş girêda. Wî zilamî pereyên van zarokên seqet digirt û dixwar. Sakîne hemû mal û milkê xwe dabû vî mirovî. Paşê vî zilamî perê wê xwar û xiyanet lê kir." 
 
Kulturê axaftina xwe wiha domand: "Tiştê ku wê dixwest ew bû ku ji derdê kirê xilas bibe û êdî xaniyekî wê jî hebe. Vî zilamî paşê pereyê wê xwar, paşê jî îşkence li wê kir û qetil kir. Ev mirov zilamê dewletê bû. Wî Sakîne 2 caran kuşt. Bi kêrê ew kuşt û bi dû re jî ew şewitand. Min mirin dîtiye, lê tu carî mirineke wiha bi êş nedîtibû. Di wan demên dawî de pir bêdeng bû. Nediaxivî û ne jî xwarin dixwar. Sakîneya ku her roj bi me re diaxivî, herî dawî xwe ji me dûr xist û êdî bi me re tiştek parve nedikir. Tenê ji min re digot, 'Ez dixwazim xwe ji vê malbatê dûr bixim.' Di vê malbatê de gelek zehmetî dîtin û gelek kişand. Wê pir tundî dît. Hevjînê wê astengdar bû. Ji bo zarokên xwe tedikoşiya. Ji zarokên xwe re hem dê hem jî bav bû. Ev kesê ku ew bi hovî qetilkir divê heta mirinê ji wê derê dernekeve."
 
'DIVÊ BÊ CEZAKIRIN'
 
Kûltûrê xwest kiryar bi awayekî herî giran bê cezakirin û wiha got: “Em danê êvarî bi bûyerê hesiyan. Zarokên wê li min geriyan û gotin, 'dayika me li wir e?' Min ji wan re got, 'Ne li vir e.' Paşê min ji zarokên wan re got, 'Ji bo şîvê werin cem me.' Paşê telefonek ji me re hat û me zanî ku ew hatiye qetilkirin. Pişt re polîs hatin malê û 2 kes binçav kirin. Rojekê piştî kuştina wê, me bihîst ku ew qetil kirine. Ez çûm min cenazeyê wê dît, hemû şewitandîbû. Em dixwazin ev kes bi awayekî herî giran bê cezakirin.”
 
'BI TENA SERÊ XWE QETIL NEKIRIYE'
 
Kurê Kulturê Mehmet Kulturê jî di hevpeyvîna xwe ya di rojnameyekê de ev tişt gotibûn. “Ez bawer nakim ku vî kesî bi tena serê xwe dayika min kuştibe. Agahiyên ku me bi dest xistine, vî kesî berê jî sixtekarî kiriye. Bi awayekî rêxistinî tevgeriyane û dêya min kuştine. Îşkence lê kirine. Em dixwazin hemû berpirsyar bên dîtin. 4 birayên min bê dayîk man. Yê herî biçûk 7 salî ye.”
 
Îbrahîm Barkinê ku Sakîneyê qetil kir, di heman demê de xizmê Serokê Komeleya Hereketa Mîllî Bekayê ya Şaxên Şirnex û Cizîrê Halît Barkin e ku ji ber sixtekariyeke li dor 4 milyonan, hatibû girtin.