Kujerê Ozlem G’yê hate girtin

  • jin
  • 11:48 22 Mijdar 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Zilamê bi navê Z.S. ku li navçeya Bergamayê jina bi navê Ozlem G. qetil kiribû, hate girtin. 
 
Cenazeyê jina bi navê Ozlem G. (28) duh li mala wê ya li navçeya Bergama ya Îzmîrê hatibû dîtin. Malbata Ozlem G. dema ku hatin malê, cenazeyê keça xwe dîtin. Li ser agahdarkirina malbatê, komên tenduristiyê û polîsan hatin cihê bûyerê. 
 
Têkildarî bûyerê zilamê bi navê Z.S. duh hatibû binçavkirin. Z.S.  di îfadeya xwe ya li emnîyetê de li xwe mikûr hat  ku Ozlem G. qetil kiriye. Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê, Z.S. şandin dozgeriyê. Dozgeriyê, Z.S. bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û dadgehê jî biryara girtinê da.